Li Dersimê çekdarên PKKê naxwazin xwe vekişînin
Li ser daxwaziya Ocalan vekişandina çekdarên PKKê ji Tirkiye di nav aliyên PKKê de tê gotubêj kirin. Murat Karayilan dibêje heta di parlementoyê de zemînek yasayî newê amadekirin, derketina çêkdarên PKKê jisinorê Tirkiye zehmete.
Herweha li gora agahdariyên digihin çekdarên PKKê yên herêma Dêrsimê naxwazin guh bidin biryara Ocalan û ji herêmê xwe bidin aliyekî.
Niha ev yek tê gengeşekirin ku gelo herêma Dersimê li himber daxwaza Ocalan berxwe dide ku xwe venekişîne.
Herweha Karayilan bi xwe jî da eşkerekirin ku, lazime Ocalan bi xwe çekdarên PKKê ji bo derketina ji sinorê Tirkiye îkna bike.
Lê doh serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan bernameyek televizyonî de gelek bi awayê zelal da xuyakirin ku, nabê ku çekdarên PKKê tevî çekên xwe ji sinor derbas bibin. Erdogan got : Bila çekên xwe deynin derkevin.