Polîtîk
Pêşewa Qazî Muhemed ji bo doza gelê Kurd xwe feda kiriye
Bi minasebeta salvegera darvekirina kirina pêşewayê Gelê Kurd û Serokkomarê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê Pêşewa Qazî Muhemed Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêş kiriye.
Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de silav û rêzên xwe pêşkêşî rêhê paqêj ya Şehîdên Kurdistanê û Pêşewa kiriye û gotiye: Pêşewa Qazî Muhemed ji bo ku doza Gelê Kurd bi zindî bimîne û hertim di rojevê de be canê xwe feda kir.
Serok Barzanî herwiha nivîsandiye bi minasebeta salvegera dardekirina pêşewayê Gelê Kurd, em tekez li ser revabûna doza Gelê Kurd dikin û çareser kirina doza Gelê Kurd faktereke serekeye bo sepandina aştî û pêşkeftina Rojhilata Navîn.