Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di bernameyek kanala CNN Turk û Kanal D ya hevbeş de amade bû.

Rojenemevanên Tirk Enis Berberoğlu, Taha Akyol, Hande Fırat û Hakan Çelik di derbarê rojeva siyasî de pirs ji Erdogan kirin. Erdogan bi kurtahî bersiva hinek pirsên girîng de ev bersiv dan .

–    Em pêvajoyê serkevtî dibînin. Medya jî erênî nêzikî vê pirsê dibe. Eger xeletiyê berê hatin kirin tekra nebê, ez bawerim emê ji vê pêvajoyê awayek serkevtî derkevin.

–    Hinek alî dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin.

–    Naxwazin Tirkiye li herêmê bi hêz bibe.

–    Me  dema berpirsê berê yê MITê des bi thevdîtinan li gel giravê kirîbû. Bi tu awayî me bazarî nekirye û em nakin.

–    Dema mirov siyasetê bike ne çekan rake, hingê Çek ji bo çîye? Heçî ji sinor derkevin bila çêkên xwe deynin û derkevin. Çi ji çêkan dikin ne karê meye. Bila bêxin bin axê bila vêşêrin ev ne karê meye. Eger bê çêk ji sinora dernekevin û neçin, ihtimala provakasyon bibin geleke.

– Divê em ji sistema Eyeletan netirsin. Binêrin welatên pêşketî de eyalet hene. Wek din di dema Osmaniyan de Eyeleta Kurdistan,Eyeleta Lazistan hebû.

Nêrînek

  1. “..Wek din di dema Osmaniyan de Eyeleta Kurdistan,Eyeleta Lazistan hebû.”\r\n\r\nFederesyon demek nêzda wê pêk bê. Ji xa rêxistinê ku dijî AKPê ne, sedama herî girîng jî va ye. Ango mesela Kurd û kurdistanê ye. CHP, MHP û BDP jî tev wan rêxistinane ku, di mijara Kurd Kurdistanê da dijitîya AKPê dikin..

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: