Polîtîk

Ocalan nabe Mandela

Beşîkçî di derbara havdîtinên li gel Ocalan têne kirin got:  Ocalan hevdîtina bike tişte kî ne raste. Diviya di vê pêvajoyê de însiyatif di destê BDPê de bûya. BDP nabê tenê nameya bibe û bîne.

Herweha Başikçî li dijê ew kesên ku Ocalan wek Mandela jî dibînin derkedive û dibêje: Dema Mandela di girtîgehî de bû, got herin li gel Kongreya Netewî ya Efrîqa hevdîtinan bikin.Lê Ocalan BDP destnîşan nekir.

 Beşikçî di bersiva pirsên jê têne kirin de dibêje:

“ Çareserkirina pirsa Kurd gelekî girînge. Hinek tiştên bingehî hene.Divê kurd bi xwe îdareya xwe bikin.Divê Kurd biryara çarenûsa xwe bidin. Perwerda bi zimanê kurdî pêwiste tiştek herî bingehîn be

Berdewamiya bersiva xwe de Beşikçi dibêje: “Serokwezîr di derbarê Filistiniyan de çi mafan dixwaze û diparêze divê ji bo Kurdan jî wê bixwaze. Eger serokwezîr vê nafikere , pêwiste ev cihê pirsiyarê be.“

 “ Ji bo hukumetl ya giring ewe ku gerila xwe vekiçînin.Ji bo Kurdan jê tişta girîng mafên wan yên netewîne. Ocalan behsa van tişta nake ev ne raste. Divê hinek destkevtî  hebin, li gora vê pêvajo pêşve diçe.“

“ Divê Kurd kêmasî daxwaziya Federasyonê bikin. Li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurd hene.Dewletek serbixwe di rojevê de ye. Ji bo çi Ocalan, BDP, siyesetmedarên Kurd li Ewropa, rêvebirên KCK û Qendil vê naparêzin. Ev babete ku pêwiste bê nirxandin.“

Beşikçî berdewamiya axvtina xwe de dibêje: Gotarên wek “ Biratiya hezarê salan ya islamiyetê“ “me li Çanakaleyê bi hevre şer kir“ “ Me mil da hev û cumhuriyet ava kir“ “ Alewî, sunî îslam birane“ “ Yekitiya Îslamî“ Misaki millî“ hemû gotarên ji bo asimilasyon kirina Kurdane. Gotinên nijadperstîne.Gotarên dewletê yên kolonyalist û ji îdeolojiya Turk islam sentezî peyda dibine. Ocalanjî van gotina bêje ev dewletê rihet dike.

Heta di warê siyasî de wekhevî çênebê biratî jî pêknayê.

Di derbarê hevdîtinên li gel MITê têne kirin jî Beşikçî dibêje: Pirsa Kurd ne pirsa ewlehiyê ye, pirsek siyasiye diviya hevdîtin li gel Hukumetê bêne kirin.

 

 

Back to top button