Civak
Li Boluyê agir bi otelekî ket mirî û birîndar hene

Li devera geştiyarî ya Kartalkaya ku girêdayî bajarê Boluyê agir bi otelekî ket. Li gora agahiyên heta niha hatine 10 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar hene. Hêjmara birîdare gihatiye 31 kesî.
Li Navenda Skî ya Bolu Kartalkaya li ser çiyayê Koroglûyê ye, ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat bi lez li otêlê belav bû.
Li ser agahdarkirinê ji navenda bajêr, navçe û navçeyên derdorê gelek îtfaiye, AFAD, UMKE û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Li gor agahiyên ewil kesên ku li otêlê dimînin jtêne derxistin û birîndar ji bo nexweşxaneya têne veguhestin.
Waliyê Boluyê Abdülaziz Aydin ragihand ku li gor agahiyên ewil bi şev saet di 03.30an de li qata xwaringeha otêla ku derdora 234 mêvan lê diman de şewat derket.