Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Amerikayê Donald Trump kir û got, “Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo bipêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin.”
“Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir.
Nêçîrvan Barzanî di peya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha got:
Li ser navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez Donald Trump ji bo destbikarbûna wî wekî serokê 47emîn ê Amerîkayê pîroz dikim.
Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo pêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin.”