Li binê dara zeytûnê

Lİ BİNÊ DARA ZEYTÛNÊ

Ew hêj xortekî nûgîhiştî bû, gelek çeleng bû, pir zîrek bû, wisan jî nazik bû û doza zimanê xwe, doza xaka xwe, ya welatê xwe û mafê xwe yê rewa dikir.

Ji ber wan daxwazan, wî tawanbar kirin û piştre jî fermandarên dewletê fermana bidardakirina w didin.

Îcar belengazo ji Kurdistanê reviya … Koçberî, biyanî û penabertî tevek bûn para w jî.

Ew ûbû welatekî Ereban û li wirê bi cî bûye, piştre li wirê dizewice û sê zarokên wî êdibin. Xortê belengaz her roj û her şev, serpêhatiya xwe  bi hesret û nalîn, gav bi gav, dar bi dar, kanî, rez, zevî, gêl, zehmetî, bindestî, zaltî û zoriyên ku dîtibûn weke îrokan  ji zarokên xwe ra dibêje.

Zarokên wî ha wisa bi wan çirok dirokan mezin dibûn.

Lê belê xortê belengaz li welat biyanî dimre. Piştre hin bi hin zarokên wî mezin dibin û diçin welatên Ewrupayê, li wirê bi cih dibin.

Yek ji wan zarokan ê bi navê Mizgîn biryar dide ku here wî welatê ku bavê wan behs dikir bibîne.

Mizgîn rojekê dikeve rê û diçe, gava xwe digehîne Diyarbekir, xwarziya wî Xecê ew li balafirgeha Amedê pêşwazî dike, wî dibe malê xwe.

Tedî, edetekî Kurdan heye, dibêjin: Mêvan heya sê rojan deng nake. Mizgîn jî li gor wê toreyê dilipike û piştre dibêje Xecê:

–         Ka rabe, em herim cihê bavê min.

Xecê, Mizgîn û malxweya xwe radibin diçin Dêrika Çiyayê Mazî.

Gava li wesayitê suwar dibin, kelejaneke livbaziyê bi Mizgînî digire, çavên wî sor dibin, hêsirnê xwe di çavên xwe de digire û nabarîne, ji ber ku ew dizane ku ew dê hêj pir bigrî.

Gava di rê de diçin, Mizgîn dibêje xwarzîya Xecê:

–         Heyran, weke ku min van deran hemû dîtibin. Ji ber ku bavê min her şev, ev îya û zinar ji me re gotine…

Li rê didomin, gava digihêjin zevîya ku bavê Mizgîn darên zeytûnan lê çandine, hema ew xwe ditewîne erdê û xakê ma dike. Gava ku ji erdê radibe, ruyê wî ji hêsiran şil bûye û axê  xwe l girtiye bûye wek herî.

Mizgîn dev û ruyê xwe paqij nake, ji ber ku endamên malbatê civîyane, li hevî û rêza himbêzkirina wî û maçkirin dipên…

Li wirê Irfan, Fedîla, Mistefa, Fexr û Muzeyen, etik û metik  û amojin tevda weke ku êrîş bikin, wî maç dikirin, bêhn dikirin, hineka digot ”tu bi xêr hat” hinekan digot ”bêhna bavê te ji te t”

Her wuha hesret li binê darên zeytûnan diborandin, kar û berx serjê dikirin, sifre amade b… Lê Mizgîn li dora xwe dinerî, mina xewnan bavê xwe tanî bîra xwe ku çawa gotîye gelek tişt weke wî derketine, weke çand, axaftin, mehvantî û nirxên biratiy…

Mizgîn elekî bextewar bû, tewde şiv xwarin, piştre dest bi dirokê kirin. Axifîn, sohbeteke kûr û dirêj dest p kir..

Mizgîn êdî li cih û warê bav û kalên xwe bû, xortan ew li nava Dêrikê gerandin, gelekî kêf xweş dibubû. Ji ber ku temenê wî zêde bû, hinek piskirêkên wî yên tenduristî hebûn, hema hêdika di guh xwarzîya xwe Xecê de got:

– Tu zanî, li Elmanyayê çavên min cot didîtin. Lê niha ez yek dibînim.

Xecê jî pir ji wê gotina Mizgîn kêfxweş bû.

Piştî çend rojan, êdî dema xatirxwestinê hatibû. Lê îca Mizgîn xemgîn bû, ji ber ku hin jî ew welatê ku bavê wî ji bonê xebat kiriye û ji bo ku doza azadiyê kiriye, ew suçdar kirine penaber bûye, didît ku welêt ne rizgar e, tiştek nehatîye guherandın.

Mizgînê lawê Qedrîcan bihesret bidilbikulî xatir ji pismamên xwe xwest û …

  

 

Zîn Amedî

Nerîna min :