Polîtîk
Bexda 27 Trîlyon dînar deyndarê Kurdistanê ye
Li raporek de ku behsa kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de tê kirin, kêşeya darayiyên di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye eşkere kirin. Wezareta Darayî ya Kurdistanê eve eşkere kiriye ku Hikûmeta Iraqê zêdetirê 27 trîlyon dînar deyndarê Herêma Kurdistanê ye. Lê belê li beramber wê yekê de jî wan milyonek dolar dahata Kurdistanê şandine Bexda yê.
Reşîd Tahîr Birîkarê Wezareta Darayî dibêje ji xerciyên siyadî û hakîme û pereyê Pêşmerge û çendîn warên din de, Bexda deydarê meye.
Her wiha da zanîn ku piştî sala 2008 ve Bexda budçeyê bi awayeke temamî nedaye Herêma Kurdistanê. Li gel wê yekê jî salane ji % 17 ê beşa budçeyê bi berdewamî nêzîkî %10 û %11 ê beşa budçeyê dane Kurdistanê.