Daxuyaniyek

 

JI RAYA GIŞTÎ RE

Di xwepêşandaneke li bajarê Mêrsînê ,ji aliyê alîgirên partiya BDP ê yên Mêrsînê ve pankartek hatibû hildan. Di pankartê de, weha dibêje:

’’El Tayib,El Barzanî,El Nusra..Hûnê di wê xwîna ku we li rojava rijandiye de bifetisin’’.

Ev pankarta , mixabin bi nave ‘’BDP Mêrsîn’’ hatiye hildan.

Em yên ev pankarta amade kirine, yên di xwepêşandanê de hilgirtine û yên dane hilgirtin bi hestên Kurdayetiyê, bi hestên mirovayetiyê, bi hestên welatperweriyê şermezar dikin…

Em bangî Rêveberên BDP ê dikin ku, bi lez wazifeya van kesana ji wan bistînin.BDP dive vê lekeyê ji ser xwe rake. Em hêvî dikin ku ev pankarta bêyî agahdariya Rêveberên BDP ê hatibe amadekirin. Mafê tu kesî tune ye ku li hember Serokê Kurdistanê bi vî rengî , bi vê bê wîcdanîyê êrîşekê bike. Ev êrîş zerarê dide yekitiya neteweyî. Ev êrîş bes dikare kêfa xêrnexwazan bîne. Divê Rêveberiya BDP ê vê meseleyê ronî bike û rê nede hêrîşên bi vî rengî.

05.11.2013

Mehmet Gül

Berdevkê Çapemeniyê Yê HEWLDANA PARTİYEK KURDİSTANÎ

 

 

Nerîna min :