Civak

D.X.B. 1 milyar û 50 milyon ji bo penaberên Rojava xerc kiriye

Roja 04/11/2013 li nivîsîngeha Serekî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna berpirsê yekemê rêxistina UNHCR li Herêma Kurdistanê Wîlliam Tol û Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, beramber bi wê helmeta berfireh û xizmeta mezin û ber bi çavê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê kirine Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate xelatkirin. Her wiha li civîneke hevbeş de çendîn mijarên girîngê taybet bi rewşa jiyana koçberan xistin rû.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Cîgirê wî pêşwaziyê li Wîllam Tol Bêl Berpirsê Yekemê UNHCR li Herêma Kurdistanê kirin. Li hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêvajo û jiyana koçberan û wan hal û mercên wanê pêwîst li ber bigrin ku demsala zivistan û sermayê li pêşe.

Li  hevdîtinê de Ezîz Şêx Riza bi xêrhatinekî germ li şanda mîhvanan kir û tîşk xiste li ser kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgehê li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê ya ji bo wan malbatên ku tûşî lêqewimî û pêvajoyeke xerapa siruştî de ji canê xwe dibin. Bi taybetî niha ku bi sedema xerapiya rewşa welatê Sûriye hejmarekî zêdeyê malbat koçberî Herêma Kurdistanê bûne û li kampan de hatine nîştecîh kirin û ji aliyê (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) ve li rêya nivîsîngeha wan ve rojane hevkarî û yarmetiyê li ser wan de tê dabeş kirin.

Li beramber de Wîlliam Tol balkişand li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û balkişand li ser wê yekê ku ji nêzîk ve agahdarî wê xizmetêne wan ditiye ku çawa dezgeh hevkariyê pêşkêşî koçberan dike. Heman demî de got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî berpirsiyariyetiyeke mezine û bi awayeke rêkupêk koçberan himbêz kiriye û xizmetê pêşkêşî wan kiriye. Heman demî de balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dema derbasbûna koçberan ya Herêma Kurdistanê bi awayeke rêkupêk û bi bername kariye kêmasiyên malbatên koçber çareser bike eve jî bi hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdar û çendîn rêxistinên dinê warê hatina hawarê bûye. Heman demî de me erka girînga Serokê Herêma Kurdistanê dît ku li nav wargehê de gihîştibû hawara penaberan û serdana wan kiribû.

Heman demî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi kurtî behsa îş û karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li demên derbasbûyî de ji bo şanda mîhvanan kir û balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wan karên ku heta niha ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo penaberan hatine encamdan, li navxweya Herêma Kurdistanê jî karê girîngtir encamdaye û li ser jî berdewamin. Niha (9) hezar zarokên sêwî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi maaşa mehane têne hevkarî kirin. Ew jî bi hevkarî û hemahengiya li gel kesayetî û karsaz û sermayedarên navxweya Herêmê birêve diçê. Heman demî de li rêya çavdêriya civakî ve çavdêriyeke baş li wan tê kirin û bi navê dirêjedana pêvajoya xwendinê, ji bilî van jî li warê perwerde û xwendinê de me hewl daye kelênekî baş li vî warî de pir bikîn ku li salên pêş de me kariye li kampan jî xwendingehan li dema xwe de vekîn bo ku zarok li wan kampan de ji pêvajoya xwendinê veneqetin.

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wan malbatên koçber ku li navxweya Iraqê ve jî hatine Herêma Kurdistanê ku ji Mûsil û Kerkûkê hatine, bi taybetî birayên mesîhî, ku li gel hatina wan ya Herêmê, me kariye pêdiviyên wan dabîn bikîn. Her wiha got: Dezgeha me bi awayeke serbixwe û bê alî kar dike û tu hevkarî û yarmetiyek ji Hikûmet û partiyan wernagirê, belku tenê pişta xwe daye hevkarî û komekên sermayedar û karsazan. Her wiha li sala 2011 dezgehê hevkariya qurbaniyên erdheja bajarê Wanê li Bakûrê Kurdistanê kiriye bi şandina xaniyên prefabrik, heman demî de 60 seyareyên barhilgir xwarin û pêdiviyan şandiye nava Sûriye.

Di derbarê pêvajoya penaberan ya demsala zivistanê, Musa Ehmed ragihand: Me pê başe li gel rêxistina UNHCR me hemahengiyeke zêdetir hebê bi navê xizmetkirina zêdetirê penaberan, bi taybetî li demsala zivistanê. Di derbarê nêzîkbûna demsala zivistanê, mixabin sistiyekî zêde heye ji bo rûbirûbûna demsala zivistanê û baştirkirina jiyana penaberan, hewl didîn bin kon û çadiran bê konkrît kirin bo ku ji sermaya zivistan û baran barînê bêne parastin.

Li beramber de Wîlliam Tol ji bo rûbirûbûna demsala zivistanê, divê bi awayeke standard kar birêve biçê, ji bo vê mebestê jî li gel îdareya navçeyê li guftûgoyêdayîn amadekariyên demsala zivistanê, bêguman li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karên teknîkiyan encam didîn, heman demî de dezgeh dikarê li rêya beşdarîkirina li kombûna rêxistinan de karên teknîkiyan li xwe bigrê ji bo xizmetkirina penaberan ku ji bo dabînkirina betanî, sopa, neft, kelupelên zivistane û demsala zivistanê kar dikîn.

Paşê li civîneke rojnamevanî de şanda mîhvan û Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi kurtî di derbarê hevdîtina di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina UNHCR xistinrû, heman demî de xelat û spas û pêzanîn û rêzlêanînê bexşîn Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo wan hewl û kar û çalakiyên berdewamên ku pêşkêşî malbatên penaberên Rojavayê Kurdistanê dike li kampan de.

Li civîna rojnamevaniyê de Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku li destpêka hatina penaberan ya Herêma Kurdistanê, tenê bi awayeke pêşîn (1.506.412.50)‌ milyarek û pêncîh milyon û şeşsed û çil û yek hezar û dused û pêncin hezar dînar xerc kirine, eve ji bilî wan pêdiviyên ku ji aliyê xêrxwazan ve bi raste rast pêşkêşî nivîsîngeha dezgehê û kampên penaberan de hatine dabeşkirin.

Back to top button