Li Kurdistanê 500 xwendingehên nû têne avakirin

Abîd Yusuf Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê ragihand ku ji wan 500 xwendingehên 18 poliyên li Kurdistanê têne avakirin, Perwerdeya Giştî ya Dihokê 116 xwendingeh li ber ketiye û niha jî 58 xwendingehên 18 polî têne avakirin. 

Her wiha Yusuf da zanîn ku li ser budçeya giştî 56 xwendingeh li ber parêzgeha Dihokê dikevin, her wiha 5 xwendingeh li wargeha Domîz têne vekirin û li demên pêş de 3 xwendingehên din jî têne vekirin, bo ku ew zarokên wê wargehê ji xwendinê neyên veqetandin.

Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê ragihand “Îsal li sînorê perwerdeya Dihokê de tenê mamosta hatine damezrandin û tu fermanberekî din nehatiye damezrandin, ew mamostayên ku îsal hatine damezrandin hejmara wan 666 mamostaye.

Nerîna min :