Iblîs ketine nava Parlementoya Kurdistanê

Doh li rêwresma yekemîn civîna xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê bi sirûda netewiya Kurdistanê destpêkir. Lê mixabin hinek parlementerên Îslamî bêrêzî li hember sirûda neteweyiya Kurd û Kurdistanê kirin û ranebûn ser piya û heta sirûd bi dawî bû ew rûniştî bûn.

Helbet gelek kes ji aliyê xwe ve dikare vê yekê şîrove bike, lê belê ez dixwazim li çarçoweya hemû neteweyên cîhanê de vê yekê binêrim. Helbet hinek xetên sor hene ku ji bo neteweyan pîrozin. Ew pîrozî jî ji axa welat, şehîdên welat, navê welat, sirûda welat û ji alayê welat pêktê û eve xetê sorê neteweyane. 

Ev bêrêzî li çarçoweya demokrasiyê de, çawa tê çareserkirin divê dadwer û dadgehên Kurdistanê dest bi xebatên xwe bikin û wan bidin dadgehê û li çarçoweya yasayê de bêne dadgehkirin û sizayê wan çi be divê bêne sizakirin. Her wiha daxwaz ewe ku herî kêm herî kêm ji Parlementoya Kurdistanê bêne derxistin ji ber ku wan bawerî bi Kurd û Kurdistanê tûne, ji ber wê yekê ewê bawerî bi wan pîroziyan nebe mafê wî tûne bikeve nava Parlementoya Kurdistanê ya pîroz.

Ev bêrêzî li çarçoweya îslam û şerîetê de çawa tê çareserkirin, pêşî divê kafir bêne îlankirin ji ber ku şeytan ketiye dilê wan û bi wê şeytaniyê ve ketine nava Kurdistanê. Divê şeytan ji ruhê wan bê derxistin, ew çawa çêdibe birastî kesên îslamîst vê yekê baştir dizanin û divê bi çavdêriya wan sizaya wan bê dayîn êdî recim bi kevirbarîn be, destbirîn be, serjêkirin yan şewitandin be, ew biryara vê yekê bidin.

Ev bêrêzî li çarçoweya Niştimanperan de çawa tê xwendin…. Birastî neteweyê Kurd gelek gunahe, hê nebûye dewlet, hê nebûye xwedî mal û stargehek dijmin ketiye cihê wî yê herî pîroz. Eve îhanetkirina welate, bêrêzîkirina şehîdên Kurd û Kurdistanê ye, bêrêzî û bê edebiya herî mezine û divê ew dijmin bi girantirîn sizayê wergirin ku carekedin mînakên wiha nebin.

Botan Kurdistanî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: