CîhanRojev

Li Belûcistanê êrîşa xwekujî: Zêdeyî 50 kes mirin

Li eyaleta Belûcistana Pakîstanê dema ku gel ji bo Mewlûda Qendîlê kom dibûn êrîşek xwekujî hat kirin.  Polîsê Pakistanê ragihand ku di teqînê de di nav de polîs 52 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujî ya ku li herêma Mastung a eyaleta Belûcistana Pakîstanê li nêzî mizgeftekê pêk hat de 52 kes hatin kujtin û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn. Alîkarê Komîserê Mastungê Attahul Munim daxuyanî da çapemenîya Pakistanê û diyar kir ku teqîn dema ku ji bo merasîma Mewlûda Qendîlê li nêzî Mescîda Medîneyê ya li ser rêya El Felahê kom dibûn pêk hat. Munim piştrast kir ku teqîn li kêleka otomobîla Cîgirê Serokê Polîsê Mastung Nawaz Gîşkorî rû daye.

Cîgirê Mufetîşê Giştî yê Polîsê Munîr Ehmed ji Reutersê re got: “Teqîn li nêzî wesayîta Cîgirê Midûrê Polîsan pêk kat.”  Wezîrê Demî yê Enformasyonê yê Belûçistanê Jan Achakzai got ku tîmên rizgarkirinê şandine Mastungê û got: “Dijmin dixwaze tolerans û aştîya olî li Belûçistanê têk bibe”.

Back to top button