Di Kongreya YNKê de guhertinên erênî li berjewendiya neteweya kurd û HFKê ye

Beşdariya kongreya YNKê erênî xûya nake. Lê dîsa jî divê em hêvîdar bin k udi Kongreyê de biryarên li berjewendiya gele me û Herêma Federe ya Kurdistanê dibe.

Îbrahîm GUÇLU
Kongreya 5-emîn ya Asayî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di 27.09.2023-an de li Silêmaniyê dest pê kir. Kongreya YNKê bi 600 nûneran dest pê kir.
Endamê Meclîsa Bilind a Berjewendîyên Siyasî ya YNKê Mele Bextiyar beriya kongreye ragihandibû ku ji ber gelek binpêkirinên destûrê hene, ew beşdarî kongreyê nabe. Wûsa jî bû; 6 endamên Meclîsa Berjewendîyên Siyasî yên Bilind ên YNKê ku di nav wan de Mele Bextiyar, Ednan Muftî û Hakim Qadır Hemecan jî hene, beşdarî pêncemîn kongreya YNK nebûn.
Dîsa beriya kongreyê hat ragîhandşn ku gelek gelek nûner û berpirsiyarên YNKê yên din jî, ji bona ku ji desthilatdariya YNKê ne kêfxweş û li wan rexnegir bûn, dê beşdarî kongreye nebin.
Lahor Şêx Cengî ku ji bona “Hevserokatîya” YNKê hatibû dûrxistin û rêveberên partîyê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin jî, tev li kongreyê nabe.
Hat ragîhandin ku Kosret Resûl Elî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Omer Fettah ji ber pirsgirêkên tenduristîyê tev li kongreyê nabûn.
Hejmara nûnerên kongreye jî vê rastiyê diyar dikin. Lewra beriya Kongreya 5-emîn hejmara nûneran zêdetir bû. Ji bona ku gelek berpirsiyar û nuner û endamên YNKê beşdar nebûn kongreya 5-emîn 600 nûneran qels dest pê kir.
Wek tê zanîn “YNK di Hezîrana 1975an de li Şamê hat damezrandin. Kongreya xwe ya yekemîn di sala 1992an de li Hewlêr û Silêmaniyê bi 793 endaman hat lidarxistin. Di sala 2001ê de bi beşdarîya 1247 endaman kongreya xwe ya duyemîn li Silêmaniyê li dar xist. Di sala 2010an de bi beşdarîya zêdetirî 1500 endaman kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Di sala 2019an de bi beşdarîya zêdetirî hezar endaman kongreya xwe ya çaremîn lidar xist.”
Serokê Herêma Federe yê Kurdistanê (HFK) Neçîrvan Barzanî bi şandekê ve beşdarî kongreye bûn.
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî Emmar Hekîm, Serokê Koalîsyona Nesr Heyder Ebadî, Sekreterê Giştî yê Ehlî Heq Kays el-Hezelî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlê Rayan Kaldanî wek mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Beriya vê demekê min nivîsand ku “Wek tê zanîn Kongreya YNKê ya herî dawî ya 4-emîn piştî ku Celal Talabanî jiyana xwe ji dest da di 23.12.2019ê de hatibû lidarxistin. Ev kongreya ji bona YNKê bi her wateyê bû darbeyeke nav rêxistinî. Sîstema rêxistinî ya YNKê di vê kongreyê de hat gûhertin, YNKê zêdetir ber bi sîstemeke otorîter û krîmînal ve çû. Endam û berpirsiyarên YNKê yê damezrênêr û yên ku YNKê kiribûn rêxistineke navdar û mezin, hatin tasfiye kirin. Heta jiyana wan ket bin xeteriyê.
“Lê piştî Kongreya 4-emîn, di navbera her du baskên YNKê de nakokî û şerekî gelek dijwar derket û kar û barên navxwe yên YNKê bi temamî têk çûn; YNKê ji xeta neteweyî dûrket. Zêdetir ket bin bandora Îranê û hêzên terorîst yên wek PKKê û Haşdî Şabî. Statuya Sileymaniyê anîn rojevê. Beşek mezin ji bona ku Sileymaniyeyê ji bin desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê derkeve, hewil dan. Li Sileymaniyeyê karen terorîst zêde bûn.
“YNK bi awayekî vekirî bibû du serî. Her seriyekî ji xwe re di nav YNKê hêz çêkirin. Bi derve re danûstandin kirin. Ji bona ku zora hevdu bibin hewcedarî zêde per an bûn, loma jî karen gelek ne rewa kirin. Ji bona xwe hêzên çekdar yên taybet çêkirin. Ev hêzên çekdar li hemberî hevdu bi kar anîn.
“Bafil Talabanî di encamê de biryar da, pismamê xwe Lehor Cengî ji hevserokiyê dûr bixe. Vê yeke şerê wan dijwartir kir.
“Herdu terefan ji hevdu bi çekan hesap pirsiyan. Şer dest pê kir. Di vî şerê ne diyar yê di navbera herdu aliyan de kuştin destpêkir û çend serkirde û fermandarên leşkerî hatin qetilkirin û kujerên wan nehatin dîtin û eşkerekirin.
“Gelek endam û kadroyên pêş ên YNKê dev ji kar berdidin. Ji destkar berdana wan ji ber wê yekê ye ku ew ditirsin ku rojekî ew jî wek Karwan Elî Şemer, Hawkar Caf, Murad Kanî Kurdayî, Akam Omerî û Niyaz Dergalayî bên kuştin ji ber ku ev diyarde li parêzgeha Silêmaniyê berdewam e.
“YNK biryar daye ku di 27/9/2023-an de kongreya xwe ya pêncemîn lidar bixe. Lê hemû çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger YNK di vê rewşê de biçe kongreyê dê encamên xirab derkevin holê. Gelek endam, kadro û berpirsên YNKê neçar in, îstifa bikin.
Loma divê di Kongreya 5-emîn ya YNKê de gelek biryarên erênî û radîqal û reformparêz û demokrat bên girtin.
YNKê di kongreyê de xwe rexne bike û şaşiyên xwe tepît bike. Ji bona ku van şaşiyan holê rake rê û rêbazan diyar bike.
Bi taybetî jî xiyaneta Kerkukê şirove bike, berpirsên wê xiyanetê tespit bike û wan dadgeh bike û wan ji YNKê dûr bixwe. Wan bi tu awayî nexe berpirsiyariya YNKê.
Divê YNKê ji bona vegere xeta neteweyî û kêmtır in ya Mam Celal Talabanî divê biryar bê girtin.
YNKê bi Îranê re pêwendiyên xwe sînor bike. Bi PKKê û Haşdî Şabî re pêwendiyên xwe qût bike.
Li Sileymaniyeyê rêxistinbûna dewletên dagirker yên sixûrî û yên PKKê û Haşdî Şabî ji holê rake. Ji Statuya Federe ya Sileymaniyeyê re xwedî derkeve.
Divê ji Statuya Herêma Federe ya Kurdistanê re xwedî derkeve. Ji bona vê biryardar û qerardar be.
Di Hikûmet û di Meclîsa Kurdistanê de xebateke bi îstîkrar bidomîne.
Divê biersiyarên YNKê ji endam û damezrênêr û berpirsiyar û xebatkarên YNKê yên xwediyê tecrübe bên hilbijartin.
Divê YNKê bi DKê re pêwendiyên xwe baş û xurt bike.”
Beşdariya kongreya YNKê erênî xûya nake. Lê dîsa jî divê em hêvîdar bin k udi Kongreyê de biryarên li berjewendiya gele me û Herêma Federe ya Kurdistanê dibe. Lewra li Herêma Federe ya Kurdistanê YNKê rêxistineke girîng e. Yek ji îradeya Damezrênêra Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Şerîka Hikûmeta Kurdistanê ye. Rêxistineke esasî ya Başûrê Kurdistanê ye.
Axiftina Serokê YNKê Bafil Talebanî biçek hevî dide mirov. Ew qala serdemeke nû dike.
Serokê YNKê Bafil Talebanî dibêje ku “Emê xizmeta gelê xwe bikin, ewlekarî û rûmeta wan biparêzin û yekîtî û aştîyê li Kurdistanê biparêzin. YNK destê biratî û aştîyê dirêjî hemû alîyan dike. Divê bi hemû hêzên Iraqî û Kurdistanî re têkilîyên xwe xurt bikin. Talebanî got: “Li pêşîya me 2 hilbijartin hene û emê kongreyê jî li dar bixin. Ev jî hêza YNK nîşan dide. Em bi hev bawer in. Îro em bi hev re dest bi serdemek nû dikin. Divê em û miletê xwe li hev bikin. Em amade ne ji bo gelê xwe her fedakarîyê bikin. Divê em bibin yek”.
“Em bi heman ruhî ji bo bihêzkirina Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê, ji bo xizmetkirina gelê xwe, rêzgirtina li xwîna şehîdên xwe, paraztina rêya Mam Celal, siyaset û jiyana li gor Mam Celal li vir kom bûn. Emê şervanên xwe, malbatên şehîdên xwe, girtîyên xwe yên siyasî, kêmendamên xwe, pêşmergeyên xwe, dostên xwe, gelê xwe biparêzin.
“Îro em bi hev re dest bi serdemek nû dikin, divê em û miletê xwe li hev bikin, partîya xwe nêzîkî hev bikin û ji bo miletê xwe amade bin ku her qurbanî bidin. Divê YNK destê xwe yê biratî û aştîyê dirêjî hemû alîyên Kurdistanî û her partîyek ku bawerîya wan bi wekhevî û yekîtîyê heye.” (Rojevakurd)
Tetwan, 29.09.2023