CîhanRojev

Macron pêşniyaza ‘xweserîyê’ ji bo Korsîkayê kir

Serokkomar Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li Meclîsa Herêmî ya Korsîkayê pêşnûmeyek destûrî ya ku wê xweserîya Korsîkayê di nava Dewleta Fransayê de ava bike pêşniyaz kir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Ajaccio ya Girava Korsîkayê di derbarê xweserîyê de axavtinek dîrokî kir.

Macron ji nûnerên hilbijartî yên Korsîkayê re pêşnûmeyek destûrî ya ku wê ji giravê re “bêyî ku ji dewletê qut bibe” xweseriyê ava bike, pêşniyaz kir.

Di pêşnûmeya ku wek dîrokî hat binavkirin de Macron got: “Ewê ne xweserîya li dijî dewletê yan jî xweserîya bê dewlet be, wê ji bo Korsîkayê û di nava komarê de xweserî be”.

Rêberê Fransî bi dewamî got: “Pêvajoya nû ya sazbûna ku em dixwazin bidin destpêkirin, divê piştrast bike ku Korsîka bi mayîna di nav sînorên Komarê de ruh û nasnameya xwe biparêze”. Macron ji nûnerên hilbijartî yên Korsîkayê re soz da ku wê pêşnûmeyek destûrî ya ku di nav şeş mehan de ji bo erêkirinê bê pêşkêş kirin” amade bike.

Macron herweha xwest ku hînkirina zimanê Korsîkî baştir bibe û got ku wê “xizmetek perwerdehîya gelemperî ya ku duzimanî pêşve bibe” bê çêkirin.

Back to top button