Siyaseteke Çawa???

Di welatekî weha de wê mafê herkesan weke hev bana. Lê me ciwanên wê demê fêm nedikirin ku divê gotin û kirin li hev bikin.

Bûbê Eser
Li bakurê Kurdistanê piştî salên 1970ê û heta sala 1980 ku tirkiyê û baurê Kurdistan piraniya partî, tevgerê û komeleyê ciwanên Kurdan îdeolîk hatin damezrandin. Lê demezrandina PDKT (partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê 1965) ne îdelojîk bû. Weke partiyeke demokrat ku hemî beşên civata kurd di nava xwe de bi rêxistinê bike, hatibû damezrandin.
Piştî salên 1970 ku pêla guherandinê û tekoşîna du kampên cîhanê li hember hev, tesîreke bi alî li kurdan jî kir. Kurdan bêtir xwe dana terefê kampa Sosyalîst û li hember Kampîtalîzmê derketin, bê ku bizanibin kampîtalîzm çiye û çawa welatek dibe kapîtalîst.
Li gor zanîn û gotinê bi rêya kampa sosyalîst miletê kolonî û bindest dikarên bighêjin mafê xwe ê rewa. Bi destxistina vî mafî jî wê aramî û rehetî li welatên bihatana azadkirin dê pêk bihata. Di welatekî weha de wê mafê herkesan weke hev bana. Lê me ciwanên wê demê fêm nedikirin ku divê gotin û kirin li hev bikin.
Ev jî bû sedem ku me dev ji xwe berda û ji bona tunebûna kapîtalîzmê me herkesan çifteyek (qirme) girtin destê xwe û xwest li hember Kapîtalîzma cihan kiribû koloniya xwe derketibûn.
Li gor min em di warê îdelolojiyan de şaş hatin perwerdekirin. Li gor gotinên di wan pirtûkên wan de dihatin nivîsîn ku mirov azadî û rehetiya xwe tê de dît, şerxweş ketibûn. Me fêm ne dikir ku ji bona hatina sazûmaneke sosyalîst divê berê welat bê azadkirin, piştî azadiyê jî xelk û gel çawa bixwazên dê weha bibe.
Ji ber ku hingê me wan deman pirtûkên dihatin weşandin dixwendin êdî me nema dikarîbû ku tiştên di wan pirtûkana de bûn, li gor şert û mercên welatên xwe pêk bînin. Yanî li gor gotina nemir Hemîd Kiliçaslan, ”Dema li sovyetê baran dibariya me li Kurdistanê sîwanên xwe vedikir”.
Ji ber vê bû ku dema em piraniya ciwanên kurd li gor îdelolojiyên li ser destên Kemalîstan dihate dizaykirin, hatin berwerdekirin, ew di serê me de, di dilê me de û di xwîna me de bi cih bû. Ji bona xwe ji vê dûrxistinê divê me mejî, dil û xwîna xwe biguheriyana. Ev jî tiştekî zehmet bû.
Lê ya herî girîng ew bû dema piraniya me, em koçger bûn, berbi welatên ku me weke dijminê xwe û gelê xwe didîtin. Ango yên kapîtalîst re reviyan. Li wan welatana bi cih bûn. Gelekan jî xwendin. Gelekên me fêr bûn ku em çiqasî şaş hatibûn perwerdekirinê.
Loma jî gelekan fikir û ramanên xwe yên wê demê guherîn. Lê gelek kesên me jî Ii ser ya xwe man. Helbet ev heqê herkesan e.
Lê ya girîng ew e ku em hemî fêr bûn ku bi rê û rêbazeke îdelolojîk em ê nikaribin kurdistana bûye çar perçan azad bikin. Ji bona azadiya kurdistanê divê her perçe li gor şertên xwe û bi serpereştiya partiyeke ku bikaribe hemî civatê hembêz bike dibe.
Di partiyeke weha de, divê mirov bizanibin ku xwediyê her fikir û ramanê, xwediyê hin kesên îdeolojîk jî bikaribin cihê xwe di nava partiyeke weha de bigirin û bi hevdu re ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê bikin, lazim û pêwîst e.
Li gor min ev dikare bibe partiyeke weke HAK-PARê. HAK-PAR bi kadroyên nû, bi serpereştiya ciwanan û bi guherandineke li gor mercên Kurdistanê dikare serpereştiya gelê xwe bike.
Helbet wê di HAK-PARê de gelek kesên ku cûda difikirin jî hebin. Kesên demokrat, neteweprest, komunst û sosyalîst jî wê hebin û divê hebin. Ya girîng ew ku di HAK-PARê de munaqeşe û gengeşiyên îdeolojîk nebin û herkes ji fikrên hevre xwedî tolerans bin.
Îro ji bakurê Kurdistanê re xeteke neteweyî lazim e. Ew xet jî divê hemî reng û dengê civatê di nava xwe de vehewîne, heye.
Loma divê em ew siyasetmedarên ji salên 1970ê tên ku em li gor îdeolojiyan mezin bûne û li gor wê reng girtine, ne nexin nava kar û xebatên partiyeke weke HAK-PARê. Ji bona HAK-PAR bibe partiyeke girseyî, ji bona HAK-PAR hembêza xwe ji hemî reng û dengan re veke divê kar û xebat bê kirin.
Heta azadiya bakurê Kurdistanê divê em xwedî yek îdelolojî bin ew jî xeta neteweyî ye. Helbet wê herkes xwedî nerîn û îdelojiyekê bin, lê divê em weke salên 1970 vê nexin nava karên ku îro ji me herkesan re tê xwestinê.
Berê azadiya welat li ser xeta neteweyî, dûre misogerkirina demokrasiyeke rastîn ji bona berjewendiya milet û dû re jî kî çi îdeolojiyan diparêzin mafê wan in.
Hêvîdarim ku ev hatibe fêmkirin ku êdî divê em dest bidin hev, mil bi mil ji bona azadiya bakurê kurdistanê weke bra li gel hev kar bikin. Roj ne roja îdeolojiyan e ku em li ser wan bi hevre têkevin gengeşiyên nû. Roj roja geşkirin û xurtkirina xeta netewe li bakurê Kurdistanê bi serpereştiya partiyeke weke HAK-PARê ye.
Îro li bakurê Kurdistanê ziman li ber sikratê ye, ruhiyeta Kurdî birîndar kirine. Mejî û baweriya gel berbi komara demokratîk ya tirkiyê ve dibin. Yanî karê me zehmet û barê me giran e. Loma di vê demê de heta ji me bê em xwe ji munaqeşe û gengeşiyên îdeolojîk dûr bigirin wê baştir be. Kî çi diparêzin mafê wan e. Lê îro ji bona azadiya gelê me siyaseteke neteweyî ku em hemî bi hevre û li gel hev kar bikin, heye.