3 emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryara xwe ya di derbarê Doza Parka Gezî de eşkere kir. Cezayê karsaz Osman Kavala, Parlamenterê Partîya Karkerên Tirk (TÎP) yê Hatayê Can Atalay, rêveber Çîgdem Mater, plansazê bajêr Tayfun Kahraman û Mîne Ozerden hatin erêkirin. Cezayê ku ji bo Mucella Yapıcı, Alî Hakan Altınay û Yîgît Alî Ekmekci dihat xwestin hat betalkirin. Yapıci û Altinay ji girtîgehê hatin berdan.
Osman Kavala yê ku Dadgeha Mafê Mirovan azadîya wî dixwest û Can Atalay ê ku ji Hatayê wek wekîlê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) hatibû hilbijartin, bi biryara dadgehê 18 sal ceza wergirtin.
Li gor biryarê cezayê 5 kesên ku di dozê de dihatin darizandin hat erêkirin û biryara 3 kesan jî hat betalkirin. Heyetê ji ber sûcê “hewldana hilweşandina hikûmeta Komara Tirkîyê” cezayê muebbeta giran li karsaz Osman Kavala birrî.
Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden û Çîgdem Mater Utku jî bi tohmeta “hevkarîya hewldana hilweşandina hikûmeta Komara Tirkîyê” hatin cezakirin.