Nivîsar

Li Bakur hevkariyek çewe pêwiste

Eve demeke li Bakurê Kurdistanê behsa eniyek hevbeş ya kurda tê kirin. Li Bakur dema mirov behsa eniyek hevbeş yan jî hevkariyek ya kurda bike HDP dimîne aliyekî û partî û rêxistinên din yên kurda dimînin aliyekî. Ev rastiyek ya Bakurê Kurdistanê ye.Niha ji bo hilbijartina aliyên siyasî dixwazin xwe bikin yek û platformek hevbeş ava bikin. Ev tiştek gelek erêniye û dikare bibe zeminek ji bo avakirina hevkariyek Kurdistanî ku bikaribe bi awayekî nûnertiya Kurda bike.Partiyên ku niha di nava hewldaneki de ne, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur),  Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) û Hereketa Azadî, ji bilî van jî hinek alî û kesayetên kurd ku di nav van hewldanan de cih negrin jî pişgiriyekî berbiçav didin vê hevkariyê.HDPê jî ji bo platformek hevbeş, li gel hinek ji van aliya pêwendî danîn û hevseroka HDPê Buldan serdana hinek ji van aliya kir. Rastiyek heye ku, eger di hevkariyên Kurdistanî de prensîbên siyasî bingeh bêne girtin, ev aliyên ku xwe Kurdistanî qebul dikin di vê rewşaê de nikarin li gel HDPê hevkariyekî ava bikin.  Ji ber ku HDP xwe wek partiyek kurdî bi nav nake û xwe Kurdistanî nabîne.HDP xwe wek partiyek ya gelan û partiya Tirkiye bi nav dike. Ji bo vê yekê eger hevkariyek Kurdistanî li ser xetek netewî bê avakirin nabe HDP di nav de cih bigre. Ji berî her tiştekî divê HDP xwe wek partiyek Kurdistanî bibîne û vê yekê ji Raya Giştî re deklere bike.Eger bi vê rewşa îro heyî li gel HDPê platformek ya hilbijartina bê avakirin, ev ji bo destxistina çend kursiyên parlementoyê ye û prensîb û Kurdistanî bûn vale tê derxistin. Hilbijartinên ji berî niha de ev yek hate kirin. Di hilbijartinan de di bin ala HDPê de hevkariyek bête kirin ev dibê xapandina aliyên siyasî û hevkariya berjewendiyên kesayeti.Her hevkariyek çêbibe divê li ser esasê netewî û Kurdistanibe, divê gelek zelal be ku bikaribe peyama pêwist bide gelê Kurdistanê û nabê bibe zeminek ji bo berjewendiyên hinek aliyên siyasî. Herweha gerek bi hemû awayî berjewendiyên netewî bingeh be .Ji berî her tiştekî dive ev hevkarî li gel partî û aliyên legal, eşkere bete kirin. Armancên hevkariya destkeftiyên gelemperî û netewîne. Her cureyek hevkariyê ji derê vê bê avakirin nagihe tu armancekî. Tenê dibe zeminek ji hinek berjewendiyên kesayetî.Nûçe Analiz/N.D.Firat 

Back to top button