Li Amedê parlementoya kurd ava bikin

Doh parlementoya Tirkiye piştî hilbijartina civîna xwe ya yekem kir. Di vê civînê de parlementeran sund xwar. Tenê parlementerên Ak Partiyê û yên MHP-ê sund xwarin. CHP-ê sund nexwarin. Du kesên ku di doza Ergenekonê de li Silivrî girtigehê de, Haberal û Balbay di listeya CHP-ê de bûn parlementer. Lê Dadgehê ew bernedan û wan nekarî werin parlementoyê. CHP-ê ji bo nehatina wan ya bo parlementoyê protesto bike sund nexwarin.
Parlementerên serbixwe yên BDP-ê pişgiriya wan kirîn jî nehatin parlementoyê. Şuna Enqere civîna xwe li Diyarbekirê kirin. BDP-ê jî îptalkirina parlementeriya Hatip Dicle û azadnekirina 5 parlementerên ku ji doza KCK-ê de girtine protesto kir. Bêgoman helwesta BDP-ê gelekî girîng e. Lê divê ev helwesta wan ne bi awayek hissî bi awayek rasteqênî bête nirxandin.
Di gelek nûçeyan de manşet hate avêtin; “ BDP şuna Enqere li Diyarbekir civiya“ dema mirov vê nûçeyê dibîne li gora dilê mirov e. Gelo dê BDP ji bona hinek destxistinê netewî yan jî ji bo na hukumeta Tirkiye mecbûr bike ku di pirsa kurd de gava bavê je ev çelakî kir? Yan jî ji bona tenê azadkirina 5 parlementeran ev helwest danî? Ev daxwaz ji hevûdin cudane. Eger BDP-ê ji bo daxwaz a azadkirina hevalên xwe ev yek kiribe, ne çewte helweste demokratik e. CHP-ê ji ji bo du hevalên xwe sund nexwarin. Dê îro sibe ev pirs bi awayekî bête çareserkirin û hemî jî herin parlementoyê sund bixwin.
Lê BDP dikare armanca vê helwesta xwe biguherê û bi rastî li Diyarbekirê civînên xwe berdewam bike. Bi awayekî parlementoyek herêmî li Diyarbekirê ava bikin. Wek din Ew bi xwe dema behsa çareseriyê pirsa kurd dikin, “ Xweseriya Demokratik“ wek projeya çareseriya pirsa kurd didin pêş. Eve vekirina parlementoyê li Diyarbekirê gavek e. Neçin Enqere, li Diyarbekir sund bixwin, sundê bi kurdî ji bo berjewendiyên milêtê kurd bixwin. Dê hingê rewş bibe tiştek din.
Lê pirs ewe ku gelo ew îrada parlementerên BDP-ê heye vê biryarê bigre û vê gavê bavêje? Ev vêca pirsek dine.
Hevpeyvîna rojnemevanê Milliyetê Hasan Cemal li gel Murat Karayilan kirî gelek balkêşe. Karayilan dibêje ku, dewleta Tirkî hate qandîl ku li gel me hevdîtina bike lê me berê wan da Îmralî. Herweha Ocalan jî di hevdîtina li gel parêzgerê xwe kirî de ragihand ku, dewlet diviya 3 aliyan re hevdîtina bike. Li gel min, li gel Qendî û li gel BDP. Dewletê minasibtir dît ku li gelmin hevdîtina bike. Ev hevdîtinên me niha gihane astek ku em vêca protokolekî îmze bikin.
Cihê biryarê Îmraliye. Dewlet jî vê rastiyê dibîne ku Ocalan muhatab digre. Helwestên rojane û popilîst tên û derbas dibin. Dema ferman ji Îmralî werê kesek nikare vê yekê şirove bike jî. Kêmasî BDP nikare û belkî di çerçova rêxistina wan de ev mafê wan jî tunebe.
Wek tê zanîn Bloka Ked û Azadiyê blokek ji bo hilbijartinan bû. Hilbijartin xilas bûn. Gelo dê ev hevkarî berdewam be yan na? HAKPAR û KADEP çi dibêjin? Deng ji wan dernakeve. Helwesta van herdu partiyan jî gelekî balkêşe.
133 dezgehên sivîl li Diyarbekir civiyan û di derbarê van pirsan de daxuyaniyek belav kirin. Ya herî rast helwesta van dezgehên sivîl e. Rewşa heyî nirxandin û ji bo çareseriya hinek pirsan jîkomisyonek ji 15 kesî di nav xwe de ava kirin. Ev helwesta wan di mercên îro de ji helwesta partiyên siyasî bi naverok tir e.
29.06.2011
Dara Bilek