Polîtîk

Salih:Pêkvejiyana ol û mezhebên cuda giringe

   
Duhî li bajarê Hewlêrê li avahiya civata wezîran, Berhem salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Leonardo Embertî serokê komisyona diyaloga navbera olan û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de, her du aliyan behsa rewşa pêkvejiyana olên cihê li herêma Kurdistanê û Îraqê kir û di vî warî de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser giringiya pêkvejiyana ol û mezhebên cuda li herêma Kurdistanê û piştgiriya hikûmetê li diyaloga olî û niştimanî li Îraqê û herêma Kurdistanê kir.

Şandeya komisyona diyaloga olan sopasiya hikûmeta herêma Kurdistanê ku kariye atmosferekî baş ji bo geşepêdana ruhê biratî, pêkvejiyan û diyaloga navbera olan de li herêma Kurdistanê pêkbîne.

Weke tê zanîn ofîsa komisyona diyaloga olan li Romayê ye û ji bona xurtkirina têkeliyên navbera olên cihê li cîhanê dixebite û di vê çarçoveyê de gelek konferens û kar û çalakî encam dane û hikûmeta herêma Kurdistanê digelek ji wan çalakiyam de beşdarî bûye.

Back to top button