Karayilan: Dewletê ligel me peywendî danî, me qut kir
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan got; “Dewletê ligel me peywendî danî, lê belê me got ne rast e, me qût kir. Ji ber navnîşana me Îmralî ye.” Karayilan dibêje; “Tirkiye êdî aşitiyê dixwaze, çareseriyê dixwaze. Civak êdî pirsa Kurd wek tolhildanê nabîne. Her ku diçe civak li çareseriyê digere, çareseriyê dixwaze. Tirkiye hatiye vê rewşê.”
Beşa duwemîn a hevpeyvîna ku rojnamevan Hasan Cemal bi Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan re pêk aniye, di rojnameya Milliyetê de hat weşandin. Karayilan di hevpeyvînê de daxwiyaniyên girîng dan.
Divê dewlet ligel rêberê serhildanê lihev bike
Karayilan diyar dike ku ger AKP û BDP pişta xwe bidin hev riya aşitiyê venabe û wiha berdewam dike; “Divê mijarê de divê hewldana pêşî ji Serokwezîr bê. Komarê hemû rêberên serhildanên Kurdan ên berê bi dar vekir. Lê niha rêberê serhildana herî mezin û herî dawî ya Kurdan dijî. Ji bo Komar bi Kurdan re li hev were, divê dewlet ji bo aşitiyeke demdirêj bi rêberê serhildanê re li hev bike…”
Berpirsên 17 hezar kuştinên kiryar nediyar, Dêrsim, Zîlan û Agirî kîne?
Karayilan wiha diaxife; “Ez niha dizanim, tê gotin ku ew berpirsê kuştina 35 hezar kesî ye. Ev ne rast e. Gelo wê demê berpirsê 17 hezar kuştinên kiryar nediyar kî ye? Gelo Çîller e? Demirel e? Ew qas mirovên bê çek hatin kuştin. Li Dêrsimê 70 hezar, li Zîlan, li Agiriyê 30 hezar kes hatin kuştin. Di Serhildana Şêx Seîd de jî komkujiyek çêbû. Gelo berpirsên van hemûyan kî ne?”
Divê Erdogan şaşîtiya dîrokî telafî bike
Karayilan got; “ Niha Serokwezîr dibêje me înkar derbas kiriye! Baş e, ger ev hemû zelal nebûn, çawa înkar derbas kiriye? Divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe. Divê niha Serokwezîr wiha bibêje ‘Belê, biratiya Tirk-Kurdan digihe beriya bi hezaran sal. Em di Şerê Rizgariyê li Çaneqeleyê de bi hev re têkoşiyan. Lê piştre di sala 1924ê înkarkirina Kurdan pêş ketiye. Bi vî awayî pêvajoyên çewisandina serhildanan dest pê kirin. Ev polîtîkaya înkarê ya bûyî sedema trajediyên mezin ên şaş bû. Niha em jî vê şaşitiya dîrokî telafî dikin.’
Em ne ji bo seyranê hatine çiyayan
Ger Serokwezîr wiha bibêje, kes nabêje Ocalan bû, PKK bû. PKK hema ji ber xwe derneket holê. Weke min beriya dîsa li Qendîlê ji we re gotibû; Em ji bo pîknîkê nehatine serê van çiyayan.”
Karayilan Erdogan rexne dike û didomîne; “Li şûna Serokwezîr vanan bibêje, di dema hilbijartinê de rabe û bibêje, ‘Ger ez bûma min ê Ocalan darvebikirina’ , wê demê wê dadgerek jî rabe û parlamenteriya Hatîp Dîcel betal bike. Herwiha wê yên din jî dest bi operasyonên di bin navê KCKê de bikin. Gelo aşitiyeke civakî wiha dibe?”
Çima vebûn bi ser neket
Karayilan derbarê vebûna di sala 2009ê de jî ku bi ser neket wiha got; “Ji ber ku Erdogan xwest bi tena serê xwe lêbixe û li ber bireqisin, vebûna yekemîn bi ser neket. AKPê got ez ê vî karî bikim. Ez kesekî din wek muxatap nabînim. Gelo ji bo tangoyê jî du kes pêwîst nakin? Bi kurt û kurmancî ji ber tenê lingekî wê vebûnê hebû, bi ser neket. Ji xwe di destê Erdogan de nexşerêyek hebû nebû, ew jî ne diyar bû.”
Daxwaza Xabûrê ji Serokwezîr bi xwe hat
Karayiland balê dikişîne ser Xabûrê jî û wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: “Daxwaza Xabûrê ji Serokwezîr bi xwe hat. Got ku ji bo n pêngavên li ber çav ên ji bo aşitiyê bên avêtin, divê komek were. Ez bawer im evna ji bo siyaseta partiya xwe wek piştgiriyekê didît. Ji bo keş û hewaya; binêrin, êdî ji çiyayan dadikevin biafirîne… Me jî bi baldar komek hilbijart û şand Xabûrê. Ji bo pirsgirêkeke hiqûqî dernekeve me ewna bi xwe hilbijartin. Divê mijarê de hinek gumanên Rêber Apo jî hebûn. Lê piştî bûyeran Serokwezîr bi xwe dîsa biryara xwe guhert û vebûna yekemîn bi dawî bû.”
Hevdîtinên dewletê yên bi Qendîlê re
Karayilan bersiv da pirsa Hasan Cemal a bi awayê “Gelo dewlet bi Qendîlê hevdîtinan pêk tîne? An jî pêk aniye? û got; “Dewletê ji bo hevdîtina bi Qendîlê re li riyan geriya û têkilî danî. Lê me got nabe, ne rast e. Me li ser vê yekê girt û ew rê qût kir. Ji ber ku ji bo me tenê navnîşan Îmralî, Rêber Apo bû.”
Karayilan axaftina xwe wiha diqedîne: “Min di hevdîtina me ya du sal berê de jî ji bo diyalogê 3 xal rêz kiribûn. Rêbertî, Qendîl, BDP û Aqilmend… Êdî dewlet bi Rêber an bi Îmraliyê re hevdîtinan pêk tîne. Îro meseleya muxataptiyê nîne, tenê muxatabek heye ew jî Rêber Apo ye.” (anf)