Polîtîk

Usame Nûcêfî: Herêmeke serbixwe bo suneyan

Usame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê li Wşîngtonê li Amerîkayê di daxuyaniyekê de pêşniyara avakirina herêmeke federal ji bo suniyan kir û got ku, eger sunî li Îraqê bibin xwedî herêmeke serbixwe dê gelek ji arîşeyên wan bên çareser kirin.

Ev daxuyaniya serokê parlamentoya Îraqê ku, ser bi lîsteya Îraqiye ya ku Eyad Elawî seroaktiya wê dike ye, ket ber reaksyonên cihê.
Hindek ji siyasetmedarên îraqî di daxuyaniyên xwe de got ku Usame Nûcîfî ji bona cîbicîkirina pirojeyê Joseph Biden ku, berî bibe cîgirê serokê Amerîkayê pêşniyar kir bû Îraq bi ser sê herêmên federal; kurd, sîye û sune da bê dabeş kirin, dixebite.

Kerîma Dawidî serkirdeya Patiya Wîfaq li dijî pêşniyara Nûcêfî derket û got: ”Daxuyaniya Nûcêfî ji bona parçe-parçekirina Îraqê ye.”
Cewad Bezunî endamê lîsteya Qanûnê ku malkî serokatiya wê lîsteyê dike, di daxuyaniyekê de li dijî Nûcêfî got: Nûcêfî weke îraqiyekî serdana Amerîkayê kir, lê ew weke suniyekî ji Amerîkayê vegeriya. Fişara Amerîkayê û çend welatên erebî li pişt daxuyaniya Nûcîfî ne.

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de nek u Eyad Elawî weke serokê lîsteya Îraqiye û nûnerên suniyan rola wî li ba amerîkiyan nemaye û Amerîka dixaze Usame Nûcêfî weke nûnerê suniyan bîne pêş û ji bon avakirina herêmeke sunî alîkariya wê bikin.

Arif Teyfûr cîgirê serokê parlamentoya Iraqê piştgirî da pêşniyara Usma Nûcêfî û got ku, Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî digel wê çendê ye ku Iraq bibe çend herêmekêm federal li naverast, başûr û bakurê Iraqê û bi ya wan ew dê gelek arîşeyên heyî çareser bike.

Teyfûr got: “Em daxwaza bicihanîna projeya cîgirê serokê Amerîkayê Joseoh Biden dikin ku Iraq bi ser sê herêmên serbixwe de dabeş kiriye.”

Ahmed Ubeydî serokê erebên kerkûkî jî li dijî Usame Nûcêfî derket û got: Em bi her awayî pêşniyara avakirina herên serbixwe li Îraqê red diki. Îraqeke yekgirtî ji bo parastina gel û welêt garantî ye

Elî Mehdî berdefkê bereyê Tirkmanî got: Nabe sune daxaza herêmeke serbixwe bikin, di îraqeke yekgirtî de dê daxazên wan dê baştir bidestve bên. Rewşa Kerkûkê cudaye û di heman demê de em razî nabin ku Îraq bi ser herêmên kurd, şîye, sune û tikmendan de bê dabeş kirin.

Back to top button