Civak

Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanan kir

Bi minasebeta Îsra û Mî’raca pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (silavên Xweda li ser bin), Mesûd barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê kir.

Serokê Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe pêşkeşî misilmanan dike û dibêje:
– Bi vê minasebeta bi rûmeta Îsra û Mî’raca pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (silavên Xweda li ser bin), pîrozbahiyeke germ pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û bi taybetî li misilmanên Iraq û herêma Kurdistanê dikim.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku ew hêvî dike hemû salan ev minasebete bi xêr û xweşî vegere û Kurdistan jî hertim avadan û pêşkeftî be.

Back to top button