Polîtîk

Parlemento kêm civiya

Parlementoya Tirkiye piştî hilbijartina civîna xwe ya yekem pêktîne. CHP-ê biryar da ku di civîna parlementoyê de amade bibin lê sund naxwin. Herweha BDP di parlementoyê de amade nabe û civîna xwe li Diyarbekir çêkirin û biryar dan ku neçin parlementoyê. MHP û Ak Partî dê amade bibin û sund bixwin.

Heta parlementerek sund nexwe nilare di xebata ku li parlementoyê de tê kirin amade bibe. Bê gpman helwesta CHP-êû  parlementerên serbixwe tê gengeşe kirin. Dîtinên cuda tên gotin. Lê gelo dê çareserî çewe be kesek bersiva vê nade. Erdogan dibêje ku werin civîna parlementoyê em her pirsa heyî di bin banê parlementoyê de çareser bikin. Lê CHP dibêje heta rêya sund xwarinê ji hevalên me yên girtigehê de venebê,em sund naxwin.

BDp jî dibêje ku heta  Parlementeriya Dicle neyê îade kirin û hevalên me ji girtigehê dernekevin em naçin parlementoyê. Dê rojên li pêşiya me  rastbûn û çewtiya helwestên  van gruban derêxe holê. Lê eger pirsek bê çareserkirin divê bête gengeşekirin jî.

Back to top button