CîhanRojev

Li Almanya rêjeya partîya nîjadperest bû sedî 18

Koçber û koçberîya zêde li Almanyayê bûye prsgirêkek bi serê xwe û hemwelatîyên Alman ji zêdebûna koçberan aciz û ne razî ne. Ji ber vê,  Alman ji partîyên wek SPD û CDU sar dibin û berê xwe didin partîyên nîjadperest yên wek Alternatîf ji bo Almanyayê AFD.

Li gor anketa ku li Almanyayê hat çêkirin, partîya rastgir û tund a mûxalefetê Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) bi qasî Partîya Sosyal Demokrat (SPD) deng stendiye.

AfD û SPD piştî muxalefeta sereke ya Yekîtîya Demokratên Xiristiyan (CDU) bi sedî 18 dengan di rêza duyemîn de cîh digirin. Li gor lêkolîna “Deutschlandtrend” ya ku ji alîyê weşana giştî ARD ve hatiye kirin, AfD li gor meha borî bi du puanan dengên xwe zêde kiriye û derketiye ji sedî 18 an.  Bi vî rengî AfD di anketa ARD de ji Îlona 2018 an û vir ve cara duyemîn gîha asta ji sedî 18 an.

Ji 3 kesên ku dibêjin di hilbijartinan de ewê dengê xwe bidin AfD 2 kes koçberîyê ji bo welat pirsgirêka herî girîng dibînin. Her wiha ji sedî 67 ê alîgirên AfD diyar kirin ku ji ber bêhêvîbûna partîyên din berê xwe dane AfD, ji sedî 32 yê wan jî diyar kirin ku ji ber “bawerîyê” piştgirî didin partîyê.

Back to top button