CîhanRojev

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Enqerê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bibe gihîşte Enqerê.

Îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî nîvro li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Enqere ya paytexta Tirkiyê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê bi dehan serok û serkirde û berpirsên welatana beşdarî merasîma sondxwarina Serokomarê Tirkiyê Erdogan bibe û piştî wê bi hev re xwarinê bixwin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro Şemiyê dê careke din wek Serokkomarê Tirkiyê sonda yasayî bixwe û kabîneya nû ya hikûmetê eşkere bike.

Di merasîma sondxwarin û destpêkirina kar a Serokkomarê Tirkiyê de 21 serokên dewletan û 13 serokwezîr û gelek serokên parlamento, nûner û wezîrên welatan û berpirsên saziyên navdeletî beşdar dibin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê bûye Serookkomarê Tirkiyê, îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî sonda yasayî bi awayek fermî bo cara sêyem dest bi kar dike.

Erdogan demjimêr 15:00an de destpêkê li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî dixwe û mazbataya xwe ji serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî werdigire. Piştre di demjimêr 15:30an de serdana gora Mistefa Kemal Ataturk dike û di demjimêr 17:00an de jî beşdarî merasîma destbikarbûnê ya li Koşka Serokkomariyê dibe.

21 serokên dewletan, 13 serokwezîr û wezîr û nûnerên 78 welatan beşdarî merasîma destbikarbûna Serokkomarê Tirkiyê dibin.

Back to top button