Nivîsar

Li Akrê D.X.B. xwarinê li ser koçberên Rojava belavkir

Li bajarê Akrê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Xoraka Cîhanî kelupelên xwarinê li ser koçberên Rojava dabeşkir 

Di berdewamiya alîkarîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Akrê hatine nîştecîh kirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina Xoreka Cîhanî kelûpelên xwarinê li ser 260 malbatên Kurdên Rojava parvekirin. 

Wekî tê zanîn her ji dema hatina Kurdên Rojava bo bajarê Akrê alîkarî ji aliyê Hikûmet û saziyên cûda û cûda û ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi berdewamî tê dayîn.

Her wiha Kurdên Rojava jî ji bo van alîkariyan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Başûrê Kurdistanê dikin.

Back to top button