Polîtîk

Hilbijartin serkeftin û boriya neftê jî timam dibe

Mediya cîhanî berdewam nûçe û raporan li ser hijlbijartinên parlamnetoya Kurdistanê yên ku, di 21ê vê mehê de hatîn encam dan, dikin û wê pirosesê bi serkeftî binav dikin.

Malpera World Boletni li dor encamên hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê dinivîse: ” Piştî cudakirina beşek ji dengan û ragehandina encamên destpêkê, derdikeve holê ku, Partiya Demokrata Kurdistanê yekemîn e û piraniya dengan misoger kirine.”

 Malpera navborî li dor serkeftina PDK di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dinivîse ku, endam û alîgirên PDK derketin ser cadeyên bajêrê Hewlêrê û şahiya serkeftinê gêra û eçker dike ku, PDK dê nêzîkî 45 kursyên parlamentoya Kurdistanê bidest bixe.

Malper di berdewamiya nûçeya xwe de behsa boriya neftê a herêma Kurdistanê dike û serkeftin hilbijartinan û kêşana boriya neftê bo Tirkiyeyê bi hev re girê dide û dinîvîse ku, ev hilbijartin di demekê de hatin kirin ku, boriya neftê ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê timam dibe û ev boriya neftê di warê aborî de herêma Kurdistanê xwebixwe dike û kêmtir îtîmadê dê li ser Bexdayê bike.

Back to top button