Cîhan
Vizeya Britanya êdî wê li Hewlêrê bê dayîn

Ji bo wergirtina vizeya Britanya li Hewlêrê navendeke vîzeya Brîtanî hate vekirin û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê wê ji Hewlêrê vizeya xwe wergirin.
Li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Kerîm Sincarî Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê û Lord Marland Nûnerê Serok Wezîrê Brîtanya yê Karûbarê Bazirganî û Konsolê Brîtanya li Hewlêr, li rêwresmek da navendeke taybetî ya Brîtanî ji bo pêdana vîzeya Brîtanya bi welatiyên Kurdistanê û karsaz û bazirganan hate vekirin.
Her wiha li rêwresmê de Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê ji bilî spaskirina Hikûmeta Brîtanya amadehiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyek ji bo kompanyayên Brîtaniyan derbirî.


