Nivîsar

Li 6. salvegera oxirê de hevpeyvîna dawî

 

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Sadallah zêdetirî 20 pertûkên xwe ve pertûkxaneya Kurdî xemiland. Yekemîn pertûka Sadallah li sala 1958 an de li Londraya paytexta Brîtanya bi navê S.S. Gavan (Kurdistan Divided Nation Of The Middle East) bi zimanê Ingilîzî hatibû çapkirin.

Her wiha yekemîn ferhenga Ingilîzî – Kurdî ya bi navê Ferhenga Selahaddîn (Bi pîtên Latînî û Erebî) û pertûkên xwe yên wergerên Erebî bo Kurdî ji hêla xwendekaran ve zûtir hate naskirin.

Berhema herî dawî û giranbiha ya Selah Sadallah pertûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn bû ku ji Kurdî wergerandibû li ser zimanê Ingilizî û ji hêla weşanxaneya Avesta ve li Stenbolê hatibû çapkirin.

Li 5 salvegera koça dawî de me bi pêwîst zanî em hevpeyvîna Sadallah ya herî dawî ku 21.07.2007 ji aliyê rojnamevan Mîrhac Mistefa ve hatibû sazkirin dîsa belav bikin, ji ber ku mijarên hevpeyvînê heta îro jî germahiya xwe diparêze û pêşniyarên nivîskar jî ronahiyê belav dike. Kerem bikin hûn jî ji wê ronahiyê sûdmend bibin…

 

selah_sadallah2_712466815.jpg

Amadekariya vekirina dozê li êrişkerên Bedirxaniyan (21.07.2007)

“Ev axaftin ne berhevdane eve êrîşe li ser binemalek û bi taybetî li ser Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan ku her Kurdek dizanê hemû jiyana xwe terxan kirine ji bo xizmeta milletê kurd.”

Berî çend rojekê kitêbeka polisiye ya nivîskarê bi navûdeng Agatha Cristin “Ew hatin Bexda” li ser pirtûkxaneya Kurdî zêde bû. Pirtûka Agaşa Cristin ji hêla Nivîskarê Kurd Selah Sadallah ve ji Ingilizî bo Kurdî hatiye wergerandin.

Pirtûk ji hêla weşanxaneya Spîrêz ve li Dihokê hatiye çapkirin. Nivîskarê Kurd Selah Sadallah bi giştî nêzîkî 20 pîrtûk nivîsandine û her wiha ew wek wergerên ji Ingilîzî nivîskarên wek Agaşa Cristin, Games Oldrige jî hatiye naskirin. Her wiha bi ferhenga xwe ya giranbiha ya Ingilîzî Kurdî, Kurdî Ingilizî jî hatiye naskirin. Nivîskar Selah Sadallah amadehiyan dike ku berhema xwe ya dawî Mem û Zîn ku ji Kurdî wergerandiye bo Ingilîzî bide çapkirin. Der barê wergervanî, zimanê Kurdî û berhemên nivîskar Selah Sadallah de me hevpeyvînek bi taybetî kir.

Her wiha nivîskar Selah Sadallah di derbarê wan êrîşên li ser binemaliya Bedirxan û bi taybet li ser êrîşên Mîr Celadet Bedirxan û Mîr Kamîran Bedirxan de hatiyî kirin nirxand û da diyar kirin ku ew axaftinên li ser navê yekgirtiya zimanê Kurdî hatiyî kirin de tawanek hatiye kirin û êrîş li ser binemaliya Bedirxan, Mîr Celadet û Mîr Kamiran Bedirxan de hatiye kirin. Her wiha Sadallah eşkere kir ku ew li gel parêzerên xwe amadehiyan dikin ku vê tawanê hatiye kirin û wan êrîşkaran bidin dadgehên Kurdistanê.

Nivîskar Selah Sadallah di derbarê nivîskarê bi navudeng Agatha Cristin û berhemên wî û her di derbarê çîrokên pirtûkên wergerandî û giringiya wergera wan pirtukan de wiha got: “Yekem pirtûka ku min ya Agaşa Cristîn wergerandî Kurdî “Kuştin li newala di rubaran bu” 1991 ê de li Bexda hatibu belav kirin û eve pirtûka duyê ya Agaşa Cristin bi navê “Ew hatin Bexda” hatiye çapkirin. Agaşa Cristian li gel mêrê xwe dihate Êraqê berê xwe didan kevnariya vî welatî. Mêrê Agatha Cristian Prof Meliwan bu kevnarzanek zîrek bû wekî ku min got dihate vir û ewê jî xwe mijul dikir û ji kevnariyên vê deverê du çirok nivîsîn. Ya yekê wekî ku min gotî “Kûştin li newala di rubaran” ya duyê jî “Ew hatin Bexda” min jî ew her du çîrok wergerand li ser zimanê Kurdî.”

Çima pirtûkên Agatha Cristian an jî sebep û taybetiya van pirtûkên wî çine ku we wergerandin Kurdî?

“Ez bi xwe gelek hez ji çîrokê dikim. Agatha Cristian gelek navdare li hemû cihanê û pirtûkên wê ji sed milyon daneyan pitir hatine firotin. Bê guman gelek ji me Kurdan jî çîrokên wê xwendine. Sebebek din heye ku ji bo wergerana Agaşa Cristian. Ew jî wek Ehmedê Xanî gotî teşwiqkirina xwendina Kurdî ye. Pirtûkxana Kurdî disa ne hind dewlemende ku xelkê bikişîne xwendinê. Em bi xwe çawa ku fêrî xwendinê buyîn ku me hez kir êdî em çirokan û kitêban bixwînin. Wek pirtûkên “Elif Leylê we Leylê”, “Arsen Lobin” û bi pirtûkên wisa me destpêkir. Pirtûkên wisa xelk dikişîne xwendinê. Ev pirtûkên hanê ku tu destpêbikî bawer bike mirov naxwaze dev jê berde.

Çinku mirov dixe li nava meraqan û her mirovê divê bixwîne ku wê çi bi qewime, an kê çi kiriye an çawa çirok temam dibe. Eve jî xwendevan dikşîne xwendinê û xwendin ji bo wî dibe wekî edet. Eve bo me gelek giringe ji ber ku niha xwendina Kurdî hê nebuye edet. Em dibînin Kurdên me bi Erebî dixwinin bi Tirkî û Farisi û zimanên din dixwinin ji bo wan asantire. Ji ber ku xwendina wan bi wî zimanî destpêkiriye û zimanê Kurdî nexwendine. Ji ber wê yekê jî êdî zehmetî bi Kurdî dixwinin. Lê eger tiştek baş hebêt wan rakêşe xwendina Kurdî, wekî van çirokan. Êdî ji bo wan jî dibê edet û wê li pirtûkên Kurdî jî bigerin û pirtûkên Kurdî jî bixwinin. Eve jî sebeke ku min vê kitêba “Ew hatin Bexda” wergerand bo Kurdî. Ev çiroka duyê gelek balkêşê ji ber ku çirok li sala 1936 ê diqewime li Bexda û li ser demên kevinên Bexda diaxive û behsa Kurda jî têda dike û hinek kesên çîrokê de jî Kurdin ji ber hindê min vê pirtûkê wergerand Kurdî. Romana Jams Oldrige ya bi navê “şe Diplomat” ku li cihanê de piştî şerê duyemîn wek baştirîn Romana Ingilîzî tê bi naskirin jî we berî çend salan li Bexdayê wergerand Kurdî.

Di derbarê çiroka wê Romanê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Raste Diplomasi James Oldrage ez bawerim mezintirin û baştirîn romannivîse Ingiliziye piştî şerê cihanî yê duyem. Ew romana diplomasi an jî “şe Diplomat” baştirin nimuneyê romanên pêşketinxwaz, buyerî û edebiyek pir ciwane û hemû rexnegir li ser vê pêk dihên. Pirsgirêka romanê jî ji xwe mesela Kurdî bû, li ser rojhilata Kurdistan û Ezerbaycane. Nivîskar çend salan kar li ser wê deverê kiribu, baş deverê xwendi bû û baş Kurd naskiribû û doza Kurdî çi lazime, başi nebaşi çi li Kurda hatiye kirin, mafê wan çine gelekî baş naskiribu. Hinek xwendinên di wê romanê de heyîn mirov ecêb mayî dimîne ku çiqas kûrin. Yek ji wan li ser Êzidiya, ew tiştên wê romanê de li ser Êzidiyan belavkirî gelek balkêşe. Zanîneke pir têgihiştî, pir giran û li gel doza Kurdî û li gel van mirovên yek ji qehremanên çirokê Pîr Dawut ku niştimanperwerek Kurd û pir azaye.

Pir Dawut Êzidiye û çirokeke evîniya pir ciwan têda heye. Du mirov yek temenê wan mezin Lorga Sêks yek jeolojiyek law Skotlandî Mc Gregor her du hez ji keçikek dikin Katrîn yek dewlemende û yek lawe ji nû destpêkiriye ku Katrîn tê çikit kijanê hilbijêrit û şul pêbikitin. Heta dumahiya çirokê mirov nizanitin dê çawa temam bibe û çirok gelek gelek ciwane. Roman bi xwe min kir Kurdî û min destur ji nivîskar Jams Oldrige wergirt û li romanê de min nameya Jams Oldrige jî belav kiribu di destpêka romanê de ku gotibu çiqas pê min xweşe ku romana min bibe Kurdî û gelek pê xweşhal bûbû.

Gelo li gor we giringiya wergerandina berheman çine? Hûn bi taybetî hez dikin kijan pirtûkan wergerînin Kurdî?

“Ji bo zimanê Kurdî û Kurdayetî ku Kurd bixwinin helbet karê cihanî yên berketî em tînin pêş çav. Yek ji wan jî min kitêbeka Taha Baqir “Destana Gilgamêş” wergerandibu Kurdî. Gilgamêş û Sumerî li devera me pêwiste hemu Kurd li ser vî mijarî bizanibin ku wergerandina destana Gilgamêş ji bo me dergehek vekir ku em baştir diroka Kurda bizanin. Gilgamêş salên 80 an de min li Bexdayê wergerandibu.

Ev kitêba wergeran bo me diyar kir ku em Kurdan peywendiyeke li gel Sumeriyan heye. Zimanê Sumerî wek zimanê Kurdiye û niha hemu zana dibêjin Sumeri ji çiyayên Kurda çubûne xwarê, min jî got eger ji çiyayên Kurda çubûne xwarê zimanê wan jî wek zimanê Kurda bin, ewan pêwendiyeke neteweyî li gel me heye. Û niha ev hizir belave. Êdî xelk pê dizanin ew wergeranê eve bo me diyar kir.”

Li hevpeyvînekê de Felat şakelî ji bo binemaliya Bedirxaniyan û bi taybetî Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan de tiştên nexweş gotibû û ev jî bubû sebep ku li navbera rewşenbîrên Kurdan de nerazîbun derkevin gelo hûn van êrîşên şakelî çawa dinirxînin?

 “Eve ne axaftineke li ser zimaniye, eve êrişek bê rûmete ku binemalek hemû jiyana xwe terxan kirine ji bo xizmeta milletê Kurd, çi ji aliyê siyasî ve, yan edebî, yan dîrokî ve. Berhevdan li ser zimanî karek rewa ye ku tu bibêjî ev zarava wihaye, ev zarava baştire, soranî yan Kurmancî eve demeke axaftin li ser dihête kirin. Lê ev axaftin ne berhevdane eve êrîşe li ser binemalek û bi taybetî li ser Mîr Celadet û Mîr Kamîran Bedirxan ku her Kurdek dizanê hemû jiyana xwe terxan kirine ji bo xizmeta milletê Kurd. Di vî warî de, ji ber ku eve êrîşe em niha ji parêzeran pirsyaran dikin emê vî kabirayî, vî mirovî bidin dadgehên Kurdistanê ku da dadgeh biryar bide ku eve tawaneke, çunku êrîş heye li ser mirovên wisa mezin kes qebul nake û ji berhevdana hûnerî derketiye ku mirov bibêje zimanê me başe yan zimanê yekgirtî yan zimanê edebiyê yekgirtî, ew mirov wî dikare gelek hizir rahêner li ser vî babetî bibêje lê li ser vê êrîşa bêrumet em hizir dikin biçin dadgehê ku mafê me yê kesî, mafê keça Mîr Celadet Bedirxan Sinemxan Bedirxan bi xwe ye ji vî kabirayî bistîne.”

Piştî van axaftinan şakelî di nav rewşenbîrên Kurd de jî li dijî van axaftinan gelek bi awayeke tundî bersiv hate dayîn gelo hûn van helwestên rewşenbîrên Kurd çawa dinirxînin?

“Belê em helwesta van rewşenbîran gelek baş dibînin, hemû xeyidîn tore bun, nivîsîn gotaran belavkirin û gotine serokatiya Kurdan jî ku tiştek wisa xerab hatiye kirin û derheqê vê binemalê de û derheqê Kurmancî de birastî eve ji bo Kurdan nebaşe, du berekiyê peyda dike û di vî demî de dû berekî helbet ji hemû tiştan xeraptire bo Kurdan. Me yêkitî divêt yekitiya Kurdan berî her tiştî de mirovên wisa xerabiyê dikin eve armanca pîroz berhev nakin berevajî Kurda ji yek vedikin eve ji bo me nebaşe, disa jî ez dibêjim bîr û ra tiştekî rewaye lê êrîş êrîşên wisa tu kesekî maf nîne wisa êrîşî bibe ser kesekî din tiştên wisa jî baştire ku dadgeh berê xwe biditê. Em hizir dikin ew dê heqê rast werbigrîtin, lê li hember mirovên wisa pêwiste heddekî bête dayîn ku da carekedin êrîşa nekin li ser rêberên rewşenbiriya nû ya Kurdî. Hemû dizanin Mîr Celadet û Mîr Kamîran hîmdarên hêmayên rewşenbîriya nû ya Kurdî ne. Yekîdî bêtin û bêjitin zimanê Kurdî nebaşe yan elifba Erebî baştire ew hizra wî ye lî keseki maf nîne van rêberan bi axaftinên pîs, kirêt, ne di rêz û rêda ku nikarin van axaftinan ispat jî bikin bike. Eger bêje filan alfabe baştire ewe tiştek dine, lê eger tu bêjî eve Kêmalîste eve casuse eve filane ne bes neraste eve cinayete tawane û tawan jî lazime dadgeh berê xwe bidite.”

Wisa diyare ev axaftin li ser elfubêya yekgirtî, zimanê Yêkgirti û standart hatiye kirin. Gelo cenabê we di vê derbarê zimanê yekgirtî û elfubeya yekgirtî de çawa difikire?

“Ev axaftin li ser zimanê standart hatiye gotin ku lazime her tişt bi elfubeya Erebî bin ku bibêjin eve nivîsîna elfubeya standarde, ya latînî ne standarde. Li ser zimanê yekgirtî axaftin tişteke rewaye mirov li ser biaxive. Li gor min tîpên latînî û nivîsîna Kurdî gelek gelek baştire. Rehmetî Mîr Celadet ev tişta peydakir ku ji bo asankirina nivîsîna Kurdî. Da ku Kurdî asantir bête xwendin û bi hizra min gelek serketîbû. Nişana vê serkeftinê jî eveye ku niha piraniya Kurda bi vê Elfubeyî dinivîsin û dixwînin û ev jî bi serket. Lê çi bibe jî tu dikarî bibêjî eve ji bo me baştire, na yê din baştire. Eve tiştekî rewaye lê disa dibêjim ev êrîş ne axaftinek zanistiye ku mirov van tiştan ragire û li ser biaxive. Êrîş ne çareyeke ispatkirina baştirînêye ji bo zimanê standardên Kurdî. Li gor min fikra min wihaye. Me du zaravayên standart heye Kurmancî û Soranî. Her du jî pêşketîne û her du jî hatine nivîsîn. Edeba Kurdî bi herdû zaravayan hatine nivîsandin Kurmancî zutir destpêkir birastî pêşketîtir bu. Hemu edeba Kurdî, çi şiir çi pexşan berî her tiştî bi Kurmancî destpêkir. Cizîrî Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran ev hemu û yekemcar ragihandina Kurdî jî rojnama bi zimanê Kurdî rojnama Kurdistan jî disa bi zaravayê Kurmancî derket. Ew hingê xelkê zanî ku Kurdiya edebe.

Ji xwe Ehmedê Xanî di Mem û Zinê da Kurmancî û Kurdî “Ciyuk” yanî wekî yek wate bikartîne û di rastî jî wisa bu. Lê Soranî piştî şerê cihanî yê yekem destpêkir ya rast. Majersonne hate Silêmaniyê û rojnameyek ji bo Kurda anî der (navê rojnamê “Têgihiştina Rastî”), ji bo têgihiştina rastî êdî Soranî derketin û hingê êdî nivîsîna Kurdî ya Soranî belav bû. Lê ya Rast ewe siyaseta me heta 20 sal 50 sal û 100 sal din sereta eve bêt. Zimanek û du zarav, ziman Kurdiye ez behsa başurê Kurdistanê dikim du zaravayên me Kurmancî û Soranî her duyan bikarbînin. Lê heta li Behdînan zaravayên Kurmancî çi nebê jî dibistanê heta 6 sala zarokên me bi Kurmancî an ku bi zimanê dayikê bixwînin. Û hêdî hêdî jî her du zarava nêzîkî yek bikin. Heger tu nexwendinê nehêlî sanahiye mirov her du zaravayan têbigihê. Li dibistanên Kurdistanê di vê mirov wisa bike ku zarava nêzîkî yek bikin.

Selah_Sadallah6_585037339.jpgDersek hebê mirov zaravayê Soranî bixwîne, dersek hebê mirov zaravayê Kurmancî li hemû dibistanên Kurdistanê. Lê li behdînan pêwiste ji bo perwerdeya zarokan ew zarok zimanê dayikê bixwînin. Gelek gelek pêwiste heta wêvetir. Heta çend saldin eve halê meyê nebaşe lê wisaye. Heger em bêne li ser siyasetê, Çînî dibêjin “dewletek û dû nîzam” dewleta çînî heger hemî Taywan (Fermuza) ew û Çîn bibin yek lê her du nizam bimînin, nizama Sermayedarî û nizama Sosyalist li Çînê ew dibêjin dewletek sermayedarî û du nizam û em jî dibêjin zimanek û du zarav. Her du jî Kurdî ne lê ya girîng ewe ku mirov Kurdiya xwe biparêze û ez her dibêjim bo zimanê me di vî wextîda heçku te balindeyek heye lazime bi du baskan û du çengan bifire.

Bi yek baskê nikare bifire. Çi Kurmancî bê çi Soranî be di vî demî de û di vî wextî de nuke nikare, teyrê me zimanê me bi yek zarav an bi yek çeng bifire. Ku netenê li vir li rojhilatê Kurdistan jî heman giriftarî heye, behra pitir bi soranî diaxivin. Here aliyê Urmiyê û şikaka Kurmancî diaxivin, li bakûrê Kurdistan jî pitir bi Kurmancî diaxivin lê gelek ji wan jî li rojhilata bakûrê Kurdistan jî bi zazakî diaxivin. Ev pirsgirêk û giriftariya ziman bi biryarek nayê çareserkirin. Eve bi hêdî hêdî heta ku zarav nêzîkî yek bibin bi xwendin, têkilî û bazirganiyê bi rojnamegeriyê Tv û Radyoyê eve bi awayekî siruştî wê bibin yek ev ne bes li Kurdistanê bi tenê pirsgirêk heye. Li Elmanya jî li bakûr û başurê Elmanya gelek ji hev durin wekî Kurmancî û Soranî. Lê têgihiştinê ji ber ku nexwendewarî nema bi yekudu têdigihin esas jî eveye. Ew kesên li ser zimanê yekgirtî diaxivin, li ser serê min me hemuyan zimanekî yekgirtî divê lê çawa mirov diwêrin li ser zimanê yekgirtî biaxivin ku welatek bi xwe çar perçebe.

Çawa zimanê standart dixwazin ku Sorani li ser Diyarbekir farz bikin. Eve karê neteweyî ye ne karê cihekî ye ne karê başur an jî bakûre eve karê welat hemuye. Welat lazime dengê xwe bide bêje ku em çi bikin niha nikarin. Ji ber ku azadî me nîne. Li bakûrê Kurdistanê xebat têkirin ji bo mayîna ziman, nahêlin bi zimanê xwe biaxivin, tu çawa niha li ser zimanê yekgirtî diaxivî, ne raste û ne tazeye jî. Lê kula dilê hindek mirovan, Kurmancî li Kurdistana başur nehêlitin. Çi feyde heye eve erebî dibêjitin “Heqqun yuradu bihî batil” li ser zimanê yekgirtî axivî tu nikarî zimanî yekgirtî çêbikî.

Ji ber ku lazime tu welat bikî yek eve tu nikarî vî jî bikî tu çi bikî ev kesên ku Kurmancî bixwînin û binvîsin û belav bikin tu nehêlî ew vî tiştî bikin. Eve ne tiştekî nû ye li sala 78 ê hindek rewşenbîr rabun gotin Kurmancî qedexe bikin di radyoya Kurdîda yê li Bexdayê. Eve berî 30 salan û niha disa carekedin tên û evê dahola peritî ji bo me lêdidin. Eve ne bi berjewendiya milletî da ye, ne bi berjewendiya Kurda ye. Û pirsa zaravan bi vî rengî nayê çareserkirin, du berekî bi tenê peyda dikin. Ne yekîti û eve bo me nebaşe lazime em li yekitiyê bigerin tiştê heyî em pê biaxivin em biparêzin ez pirtûkekî Kurmancî binivîsim çi ziyan têda heye, yekîdin bi soranî binivîse em we bikin ku herdu têbigihin, her du sorani têbigihin û herdu Kurmancî têbigihin, heta zimanekî standart wekî ku xanî gotî bête wicudê. Wê çêbe lê ne niha û ev tiştê mirov li ser lezê bike nebaşe.

Lez di vî karî de nebaşe ku em niha hinek biryarên şaş bidin. Ku niha hewl bidin Kurmancî li Behdînan rakin, gelek xelete, divê hêdî hêdî xelkê fêrî soranî bikin û di heman demî de bila Kurmanciya xwe bixwînin. Çima zarok berî her tiştî ku herkes jî dibêje pispor dibêjin Unesco dibêje dinya dibêje lazime zarok bi zimanê dayikê binvisin û bixwînin. Ji ber ku tu di şeş Sali de zaravayek din nişa wî bikî dê ji dibistanê biçe malê zaravayekedin biaxive eve ne tişteki raste û gelek çewt û xerabe. Niha ev babete gihişte civata weziran divên ev biryarê hatî ku dibêjinê standardî dixwazin hemi dibistana bê. Beri çend roj di rojnama xebat dejî belavbu. Li gel serokê lijneya perwerdeya parlemena Kurdistanê û hemî li ser birgeha ku dibêjin bixwinin û carekedin bişinin parlemenê bizivrinineve û eve diyare civata encumena weziran beri ku parlemenê bêne. Lê ez ji encumenî weziran û parlemenê dixwazim lezê nekin li ser vê babetê, bila tiştê me heyîn waqi ême heyin me zimanek heyî û du zarava vê me heyî li ser vî waqîî biçin û hêdî hêdî ji bo armanca me ya mezin zimanê yekgirtî piştî çend sala çêbikin ne bi biryara burokratî, ku burokratî karê zimanan çareser nakitin. 

 Ezê li ser giringiya zimanê dayikê biaxivim û bibêjim ku perwerdeyî bê divêt bi zimanê dayikê fêr bibe û hîn bibe. Ji xwe maddeya çarê ji destura Êraqê dibêje “zimanê Erebî zimanê Kurdî herdu zimanên resmî yên Êraqêne” eve desture mafê Êraqiya misoger didit ku biçukên wan bi zimanê dayikê hin bibin fêr bibin eve maddeya çarê ya desturê Êraqêye. Lê ev madde li ser Keldanan, Suryanan Turkmenan tedbiq bikin ku zimanê dayikê rast bitin. Çima ji bo zarokên Behdînan eve ne raste û ji bo zarokên Kurmanca eve ne raste, eve desture başe disa di eynî maddeyê de destur dibêje her parêzgehek an deverek dikarin her zimanekî bikine fermî pê bixwînin û binvîsin û tiştên wisa yanî destur rê daye ku millet kijan zimanê bi xwaze bixwînitin.

Devera Behdinan diyarkir vê gavê niha divên zarokên wan bi Kurmanci hîn bibin bixwinin û binvîsin. Eve raste eve mafê wane ez dixwazim hikumeta me hikumeta herêma Kurmancan bê behr neke ji bo xwendinê û zimanê dayikê û nehêle êrîşek li dijî Kurmancî li Kurdistanê bête sazkirin. Li bin alaya zimanê yekgirtî de eve ne raste zimanê yekgirtî bikartînin da Kurmancî neh3elin bi rastî eveye armanc. Eve ne ew deme, mirov bête du berekiyê rake. Berî her tiştî em muhtacî yêkitiyê ne û pêwistiya me bi yekîti heye û lazime hikumet jî rênede tu weziran ku bibine amêr ku êrîş li Kurmancî bête kirin. Çi kurmanc çi Soran ya giring eve ku Kurde û lazime bibine yek.

A: Mîrhac MISTEFA

21.07.2007

Hemdem.com

Têbînî: Ev hevpeyvîn heman demê de li rojnameya Kurdistan Report bi zaravayê Soranî jî hatiye belavkirin…

 

Back to top button