Mesûd Barzanî dixwaze PKKê ji nav destên welatên herêmê derxe

Hevpeyvîna Kovara Bîr li gel Dr. Ekrem Onen çêkirî:


Kovara BÎR:
Mesud Barzanî bi navê şexsê xwe, Mam Celan û Ocalan banga berhevbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd kir û 22yê Temmuzê li Hewlêrê bi beşdarbûna endamên vexwendî, yekemîn civîna komîteya amadekarî hate sazkirin. Li dinyayê hetanî îro di şiklê kongre û wd. de gelek rêxistin çêbûne. Dema em tecrube û xusûsiyetên dîrokî yên van rêxistinan bînin bîra xwe, li daxuyanî û mesajên rêvebir û beşdarvanên komîteya amadekar binêrin, li gorî dîtina we armanca berhevbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd çi ye? Û ji bo çareserîya pirsgirêka Neteweyî ya Kurdistanê wê zemîneke çawa çêke û çi encam jê peyda bibin? Û herweha li ser vê mijarê pêşniyarên we çi ne?

Ekrem Onen: Pirsa kongereya netewî ji bona tevgera rizgarîya netewî ya kurdistanê ne tiştekî nuh e. Demeke dirêj e ev pirs di navbera kurdan de herdem aktuel e lê herdem ev pirsa han ji ber gelek sebeban ku  sebebê asasî perçebûna Kurdistanê ye ne hatîye sazkirin û bi ya min îro jî kongereya ku bê sazkirin, zehmet e bi naveroka xwe ve netewî be. Yek, ji ber şert û mercên her perçeyekî Kurdistanê di astên cuda de ne; dudu, netewîbûna hinek ji hêzên ku dixwazin di nav kongereyek weha de cîh bigrin cihê munaqeşê ye; sisê, teesîra welatên mezin ên cîhanê li ser kontrolkirina pirsa kurd bi tevayî. (heta mirov dikare bêje pirsa Kurd nuha ji destê kurdan derketîye di destên welatên xurt ên cîhanê de ye, wek gelek pirsên din ên herêma Rojhilata Nêzîk; wek a Sûrîyê). Ji ber wê jî, di rewşeke weha de pir zehmet e ku konferans an kongereyek netewî bi mena xwe ya dagirtî bê çêkirin. Ez her ji despêkê de di munaqeşeyên bi hinek dost û hevalan re her min digot kongereyek netewî ya Kurdistanî nuha nikare çêbe, her çiqas hate îlankirin, wa ye bû çend car tê taloqkirin. Nuha jî weha difikirim.
Çima tiştekî weha ket rojevê ew bêhtir ne ji hevcedarîyek kurda ket rojevê, faktorekî girîng a ketina wê ya rojevê, asta şerê di navbera kemalîst û îslamcîyan ku di hundir sîstema dewleta Turkiyê de ev demeke dirêje despêkirîye (cîh guhertina PKK û kontrolkirina wê, total kontrola îslamcîyan li ser Îmraliyê û ji çekxistina PKK, bûyerên Sûriyê ev proses bi zutir kir). Ji xwe beyana Evdila Ocalan a Newrozê û paşê dest pê kirina çar konferansan (Anqere, Diyarbekir, Bruksel û Hevlêrê). Wek tê zanîn 3 hebên pêşî kirin û xwestin a Hewlêrê formatek din bidinê lê diyare bi wan re derneket. Ez nuha bala xwe didimê gelek ji wan kesên ketibûn konferansa Anqerê, Diyarbekir û Brukselê nuha gazinda dikin. Xwedê giravî ev konferansa ku wê li Hevlêrê bibe bi însîyatîfa Turkîyê ye, Diyarbekir û Bruksel bi însîyatîfa Kurdan bû û ya Hevlêrê tenê bi însiyatîfa Turkan e, ez ji bo van kesên weha tawsîye dikim ji alî moral de ew muhaseba xwe bikin, bê navê vêya çiye? Lê bi tabîreke siyasî ez dikarim bêjim ev kemalîzm e.
Lê faktorên esasî, guhertinên herêma Rojhilata Nêzîk û der dorên Kurdistanê bû. Nuqta esasî li vir ew bû ku kurd li heremê aktorekî girîng e, welatên ku hesabê wan li ser herêmê heye bi kurdan re bi awayek aktîv ketin têkilîyê. Ji bona çi serokê Herema Kurdistanê bangî alîyên siyasî yên Kurdistanê kir ku konferans an kongereyeke netewî saz bikin. Bi ya min beriya her tiştî divê êdî bê qebûlkirin ku kurdên Başûr wek dewlet tevdigerin, hedefa wan ya pêşin ji van guhertinên ku li herêma Rojhilata Nêzîk dibe, çawa bikaribin maksîmûm mafan ji bo kurdan bidestbixin û destkeftîyên li Başûr hene biparêzin. Di rewşeke weha de çawa Evdila Ocalan bi tirkan re 3 konferans li dar xist an hinek alîyê PKK bi Îran û Sûriyê re dixwazin li ser kurdan siyasetekê bimeşînin, Mesûd Barzanî jî bi eynî uslûbî bi PKKê re muamele dike, ew jî dixwaze PKKê ji nav destê welatên herêmê derxe û  di berjewendîyên kurdan de bi kar bîne di vî ya de tu tiştekî şaş nîne, çima herkesê bike raste û kurd bikin qebhet e. An na kurdên başûr PKK baş nas dikin. Em baş dizanin ku PDKê ji bo PKK digot “rêxisineke satalît e” her weha dema girtina Ocalan dosyek di derheqê PKKê de hazir kirin û ji cîhanê re belav kirin ku PKK çi anîye serê wan û YNK jî vekirî digot “Evdila Ocalan emrê xwe ji generalên tirkan digre û PKK jî emir ji Evdila Ocalan digre”. Her weha di dema Şerê Kendavê de YNKê hinek arşîvên îstixbarata İraqê bi dest xistibûn û di wan arşîvan de têkilîyên PKK li gel îstixbarata İraqê didan rêdan ji raya giştî ya kurdî ra belav kirin, pir neheqîyeke mezin li PDK û YNK ye ku em bêjin ew PKKê baş nasnakin. Lê tiştên bi PKKê re dikin gelek caran tê hesabê wan an jî gelek caran bi zora têkilîyên navnetewî dikin. 

Pir heyf ku di herêma em lê dijîn de, siyaset kirin û rastîya heyî hergav ne lihev e, ev jî di tebîeta siyasetê de heye. Wek tê gotin: “Di sîyasetê de dost û dujminê daîmî nîne, berjewendîyên daîmî hene”. Her çiqas gelek siyasetvanê navnetewî vêya wek herêma Rojhilata Nêzîk pir vekirî nakin jî, lê ew jî di rastîya xwe de sergirtî weha dikin. Bi ya min Mesûd Barzanî hinek ji ber zora navnetewî hinek jî ji ber hesabên ku dikirin di nav karekî weha kevin di berjewendîya wan de ye. Nuha diyare ku ew hesab li hev derneket îcar her taloq dikin. Heger em nuha lê binêrin rêxistinên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê wek PDK-İraq, PDK-Îran, Komala-Îran, PDK-Bakur, PSK, PDK-Surîye HAK-PAR, Tevgera Civanên Kurdistan (TCK) di cepha welatên dervî heremê de ne û yên din hemû hinek bi zanetî hinek ji ne bi zanetî di cepha Îranê de ne.  Mesûd Barzanî ji siyaseta heremî meztir dileyze, ew lêdixebite balanseke di navbera DYA û Rûsyayê de çêbike û ya rast jî ev e. Ji ber van tiştan ku gelek caran Mesûd Barzanî tiştnî ne bi dilê xwe jî dike ew ji zora navnetewî  ku li ser wî heye weha dike. Gelek caran tiştê ku eşkere tê gotin û bi dizî tê kirin lihev nake. Li vir hew em dikarin bêjin ên vê karî dikin kî ne? ji ber wê jî madem PDK partîyek kurd e û welatperwer e, em bawer dikin ku wê her dem berjewendîyên kurdan li pêş bigre. Bêguman PDK di gelek karên xwe de şaşîyan dike û lazime bê rexnekirin. Lê lazime eşkere be, di sîyaseta mezin de siyaset kirin ne hêsan e.

Hedefa Mesud Barzanî ji vê konferansa dixwestin bê çêkirin çi bû? PKK bête bêçekkirin û ji Tirkiyê, Îran û Sûrîyê bête bidûrxistin (Di hesabê welatên rojava de hebû ku hudûdê navbera Kurdistana İraq û Suriyê vekirîbe ku ji wir de bikaribin rejîma Sûriyê bixin. Lê weha diyare Turkiye, Îran, Sûrîye û Iraq jî şîyar derketin û nehiştin en plana welatên rojava bi serkeve. Ev plan, bêguman di berjewendîya kurdan de bû jî.) Barzanî dihesibîne ev di berjewendîyê kurdan de ye. Heger em lê binêrin nuha Turkiye, Îran û Sûrîye lê dixebitin ku nehêlin Mesûd Barzanî li Kurdistana Sûriyê rolekê bileyze, vêya bi destê kê dikin bi destê PKK-PYD dikin. Mesûd Barzanî vêya ji her kesî zelaltir dibîne. Tevî van tiştan bi PKK-PYD re têkilî kir û ev bû sebebên ku gelek alîgirên Barzanîyan ji ber vê sebebê ji wan aciz jî bin, dîsa jî bi wan re têkilî berdewam kir, ev ji me re dide rêdan ku Mesûd Barzanî gelek tiştan bêdilê xwe û mecbûr dimîne dike.

Kovara BÎR: Bi dîtina we ev Kongre, dikare bibe rêxistin û sazîyeke Kurdistanî ya berfireh, domdar û xwedîbandor?

Ekrem Onen: Min di bersîva pirsa pêşîn de belkî hinek bersîva vê pirsê da. Ez ji xwe ne bawerim Kongereyek netewî bi manayek dagirtî bê çêkirin, lê heger tiştekî formel bibe jî wê temenê wê kin be, ji ber guhertinên li heremê gelek teesîra xwe li ser Tevgera Rizgarîya Netewî ya Kurdistanê heye.

Kovara BÎR: Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya ligel Mîthat Sancar de li ser Kongreya Neteweyî weha dibêje: “Serokatî, xwest ku di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de çar konferans çê bin. Sisê ji wan çê bûn û ev jî yê dawî ye. Ev rêzekonferans hev temam dikin. Armanca hevpar a hemûyan, pêşxistina zemîna sîyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de her yek konferansek xwedî mîsyonek cuda ye.” Dema ku em bala xwe bidin vê daxuyaniyê, Kongre, bi têgehîştineke berteng û li ser bingeha parçecîtiyê wek qonaxeke temaker a “pêvajoya çareserî”yê tê dîtin, … Di rewşekî wisa de, wê mîsyona Kongreyê çi be û ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî ya Kurdistanê çi feyda wê hebe?

Di rastîya xwe de Cemîl Bayik Rast û vekirî dibêje heger hinek ji xwe re dixwazin kirasekî kurdî li bejna PKKê bikin, ew tiştekî din e. PKK di helwest û daxwazên xwe de Turkîyeyî ye û vêya heger doh vedişartin îro eşkere bûye, diz û xwedîyê malê bi hev hesîyane. Cemîl Bayik rastîya PKK dibêje, PKK vekirî dibêje ew li dijî dewletek Kurdî ye. Ne bes tenê li Bakur her weha ew dibêje li Başur jî ew li dijî avakirina dewleteke kurd e, lê hinek kesên ku propaganda û piştgirîyê didin PKKê, ew kesên ku dibên em ne PKKyî ne, lê di rastîya xwe de kurd wan wek alîgirê PKK dihesibîne an jî “PKKyî yên bi dizî” lal, kerr û kor bûne ku vêya nabînin. Ev ‘PKKyî yên dizî’ (Kurd dibêjin “Bizin bi dizî kavir dixwe lê eşkere dizê” vana PKKyî ji bona xwe hew dikarin veşêrin), nuha gelek ji wan rexne li PKK dikin çi li Bayik çi li Aysel Tuğluk, Demîrtaş û gelek ên din.

Lê kes newêre berê xwe bide cihê lazime, ma ne ev temam ji cîhetekî derdikeve ku bi Ocalan û vana teva tiştên dijberîya kurdan dide gotin, lazime mirov berê xwe  bide wir. Ev kesanê nuha wek sofîyê ku limêja esirê lê çûbe, ecele dikin xwe ji PKKê bişon, dema ku lazim bû piştgirî dan PKK û piştî ku PKK bi alîkarîya wan  proja  xwe ya ku li Kurdistanê tahrîbatên mezin kirin û bi cîh kir nuha rexne dikin. Di rastîya xwe de rexneyên wan ji kurdan re tiştekî nabêje û bê mane ye. Kurd wan ji şirîkatîya van tehrîbatên mezin naşo.

PKK her dem dibêje Xwedê gravî ji bo demokrasîya Turkiyê kar dikin, xwezî weha be, lê her çi hîkmete ji bo demokrasîya turkan kurdan dikin qurban. Ez ne bawerim li darxistina kongereyek formel bi vî awayî tu feydeyek kurdan tê de hebe. Heger hebe wê feydeyek PKKê heba, roja PKK derketîye û heta nuha çi di nava kurdan de û çi jî di nav netewî de tekoşîna  meşrutîyeta ku hêzeke kurdî ye dide. Ji bo vê, di kongre yan konferanseke weha de beşdarbûn ji bo meşrutîyeta wê jêre girîng e, ji bo wê jî PKK pir dixwest kongreyek weha formel be jî çê bibe û nuha jî ji her kesî bêtir ew daxwaza tiştekî weha dike.

Kovara BÎR: Li gorî daxuyanîya komîteya amadekar wê ji çar parçeyên Kurdistanê 600 delge û gelek jî mêvan û çavdêr tevlî Kongreyê bibin. Dema ku em bala xwe bidin rêbaza sazkirina Kongreyê; rêbaza parvekirin û destnîşankirina delegeyan li gorî parçe û partîyan, temsîla beş û unsûrên ciyawaz ên civaka Kurdistanê û wd. hun vê yekê çawa dinirxînin û çiqas şefaf û demokratîk e?

Ekrem Onen: Ji xwe beşdarbûna di kongereyeke netewî ya rasteqînî de divê ne demokratîk be, huqûqî be. Zana û rewşenbîrekî kurd dikare ji rêxistinekî gelek rasyoneltir û rastir bifikire. Ji bo ku ew tenê ye, wek demokratîk dor nagihêje wî lê wek huqûqî be heqê wî ye. Ev hinekî pirsek teknîkî ye. Lê wek mînak PKK yî dibêjin “bakurê Kurdistanê parçê mezin e, jiber wê ji lazime nîvê delegeyan ji wan be”, wekî ku ew temsîla hemu kurdên bakur dikin? Ev ne rast e, BDP wek temsîlkarê PKKê legal e, di hilbijartinan de ji rayên li bakurê Kurdistanê ji 30%  stendine ji vê rêjeyê %15 wî, ji BDP û PKKê aciz in û rayên xwe jî dane wan. Yanî dikarim bêjim ku PKK ji %15 xwedîyê rayên kurdên bakur be, nikare temsîla kurdên Bakur bike, kurdên bakur hîn gotina xwe ya dawî negotine.

Kovara BÎR: Dema ku em bi awayekî giştî bûyerên li Rojhelata Navîn û bi taybetî jî bûyerên li Sûriye- başûrê rojavayê Kurdistanê û “pêvajoya çaresêrî” ya bakurê Kurdistanê bînin ber çavên xwe, wêneyekî sîyasî yê çawa dîyar dibe û di çêbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd de tesîra dewletên herêmî(Turkiye, Iraq, Îran ve Sûriye) û hêzên navnetewî çi ye?

Ekrem Onen: Bi rastî ev qonaxa ku nuha herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn têde derbas dibe konaxeke gelek hasas e û vê qonaxê ji kurdan re îmkanên gelek mezin bi xwe re anîye. Dewletên ku Kurdistan perçe kirine ji kurdan bêhtir vêya dibînin û ji bo wê jî lê digerin hemû rêyan çi ji hundur, çi ji derve de û çi li ser navê Kurdan rêxistinên xwe ava dikin, dixwazin rê li ber kurdan bigrin. Em dikarin bêjin heta nuha di vê tevlihevîya herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn yê herî îmtehanek baş daye PDK-İraq e û bi teybet jî Mesûd Barzanî ye. Wekî min li jorê jî behs kir gelek tiştên wan ên rexnekirinê hene lê ew tiştana vê rastîya hanê ji ortê ranake. Tiştê girîng ew e ku gelek partî û rêxistinên siyasî yên kurd çi bi zanetî û çi bi nezantî dixwazin pirsa Kurdistanê di çarçeweya heremê de bê safîkirin. Evêya wê ji kurdan re kadastrofê bi xwe re bîne yanî divê bila bindestîya Kurdistanê berdewam be. Dewletên ku Kurdistan parçekirine jî vê yekê dixwazin. Wekî gelek perpirsên PKKê û di serî de jî Evdila Ocalan di mesaja xwe ya Newrozê de gotibû “welatên emperyalîst ên derve me û Turkan berdidin hev”. Her wekî ku tu proplemên me bi turkan re nîne û Emperyalîst me berdidin hev.

Ew rêxistinên ku min li jorê behs kiribû ku di cepheya Îranê de ne, ew jî bi vî awayî tevdigerin. Mesûd Barzanî Tersî vêya dixwaze mesela kurd ne di çarçeweya herêmê de bimîne, dixwaze pirsa Kurdistanê derxe qada navnetewî û dibêje ev mesele ne pirsgirêkek daxilî ye. Giringî ji bona kurdan nuha di van tevlihevîyên herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn ew e ku mesela Kurdistanê bixin qada sîyaseta navneteweyî ji bo ku mudaxeleyê pêvajoyê bikin, ku ne wisa be Kurd bi tena serê xwe nikarin Kurdistanê ji nav destê van welatên heremê rizgar bikin. Pir heyf îro li Bakur bi teybet hêzeke weha nîne ku mesela Kurdistanê bixin qada navneteweyî. Ji ber van tiştên li jorê min behs kir, dewletên heremî heta ji wan tê wê nexwazin kongereyeke neteweyî ya rasteqînî bê lidarxistin. Heger ew bixwazin wê kongereyek wekî ku Cemîl Bayik ji Mîthat Sancar re gotibû, armanca wan ji konferansê rê li ber vekirina karê demokratîk e, ji xwe welatên ku Kurdistan parçekirine jî dixwazin kurd di carçeweya demokrasîyê de kar bikin. Lê em ji bîr dikin ku mesela Kurdistanê, tenê ne mesela demokrasîyê ye, her weha pirsa netewî ye. Bi teybet li bakurê Kurdistanê nuha hewcedarî bi fikrek, siyasetek û mirovên nuh heye, kurd ji sterotîp û rêxistinan û sloganên vala westîyan. Fikrek ku ji kanîya kurdan avê vedixe ji wan re lazime; sosyalît e, dîndar e, lîberal e çi dibe bila bibe lê bes bila Kurdistanî be ne Kemalîst be. Proplema Bakûr heta ji tefkîra Kemalîzmê rizgar nebe, wekî nuha wê hertim dervayê wê kurdî be, hundir û tefkîrek turkî be. Ez nuha Azadîxwazekî bi tefkîrek kurdî tercîhê serxwebûnxwazekî bi tefkîrek turkî dikim. Heger em binêrin Mistefa Barzanîyê nemir di rû de Otonomî dixwest lê di rastîya xwe de welatekî serbixwe dixwest, ev yek îro ji wan kesên ku şopa wî dajon eşkere ye, ji ber ku Mistefa Barzanî û yên şopa wî de dimeşînin bi tefkîrek kurdî hetine strandin. Lê Evdila Ocalan jî “Kurdistanek serbixwe û yekgirtî” dixwest, lê îro çi dixwaze? Ne hêjayî şirovê ye.

Kovara BÎR: Kongreya Neteweyî ya ku wê 15-16yê îlonê çêbûya ji 25ê Çirîya pêşîn hate derengxistin û derbarê vê derengxistinê jî daxuyanî û fikrên cuda hene. Gelo cardin dirêjkirina tarîxa çêbûna Kongreyê yan jî çênebûna wê mimkun e? Û hun derheqê vê mijarê çi difikrin?

Ekrem Onen: Min li jor behs kiribû, ez ne di wê bawerîyê de me ku îro şertên kongereyeke neteweyî ya rasteqîn a Kurdistanî hene. Em dikarin bêjin hinek welatên mezin hesabê wan yê mal û herêmê li hev derneket, ji ber wê ev Kongire bi awayeke formel be jî tête paşvexistin û diyare wek min destpêkê de jî gotibû wê çê jî nebe.

Spas dikim ji bo vî karên we yî hêja ku hûn lê dixebitin raya giştî ya kurdî di pirsgirêkên girîng de haydar dikin. Her serkeftî bin.
17 Ekim 2013 / Kovarabir  

Alk Doç. Dr. Ekrem Önen

Nerîna min :