Eve jî eşkerebûna êrîş û talanên dewleta Tirke
Mikdat Remzi Sancak ku yek ji pêxasê berê yê Stenbolê ye li hevpeyvîneke taybet li gel rojnameya Agosa Ermenkî behsa bûyerên 6-7 îlona sala 1955 dike ku çawa li wê bûyerê de talana mal, mulk û namusa xelkê ji bilî misilmanan kirine.
Li vê bûyera 6-7 îlona sala 1955 an de her çende 15 kes hatine kuştin û 300 kes jî birîndar bûbûn û destdirêjî li ser 400 keç û jinan hatibû kirin lê belê sedema kêmbûna miriyan ewe bû ku rayedarên wê demê ferman dabûn ku wan nekujin lê talana wan bikin. Li wê şevê de êrîşî 4.214 mal, 1.004 dikan, 73 Dêr, 1 Sinagog, 2 Manastir, 26 xwendingeh, bi sedan gorên ji bilî misilmanên li nav goristanê, kargeh, otel, meyxane bi giştî 5.317 cîh rastî êrîşên talanker û dizkerên Tirk bûn.
Mikdat Remzî Sancak yek ji wan kesane ku beşdarî vê talanê kiriye û li hevpeyvîna xwe de wê bûyerê wiha eşkere dike. Ewî bi xwe çar jinên ne misilman revandine û ew wiha dibêje: Li destpêkê de min keçeke Sêrtî yê Ereb revand ku ew 16 salî bû. Paşê min yeka Arnavut revand, nêzîkî salek li cem min ma. Paşê min yeka din revand lê çi jin bû. Çil sal li cem min ma. Rojekî hatibû Lunaparkê, lê çi jin bû, birastî gelek xweşik bû û li ser de jî xwedî kultur bû. Li pêşbaziya Xweşikiya Yeşilkoyê de bûbû yekem. Melevaniyeke baş dikir. Her çende zewicîbû û dû zarokên wê jî hebûn lê jinik Rus bû. Babê wê dayika wê ji Kremlinê revandibû min jî keça wê ji Yeşilkoyê revand. Zewicî mewicî kî guh dide? Helbet mêrê wê nekarî tiştekî bike, ma wê çi bikira wê demê hemû Yeşilkoy li bin kontrola min bû. Li wir Lunaparka min hebû. Paşê mêrê wê ji xwe terka Stenbolê jî kiribû. Tamam ez nabêjim min baş û tişteke rast kir lê çi bikîn xortanî û gencîtî… li gor dîn jî qedexeye lê xwedê wê li me biborîne.