Polîtîk

Opozîsyon xwe ji bo kabîneya nû amade dike

Komîteya hevbeş a her sê partiyên opozîsyona Herêma Kurdistanê (Tevgera Gorran, Yekirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê) li ser çawaniya beşdariya opozîsyonê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pişka wê de dicive.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û cîgirên serokê Parlamentoyê bûye mijara rojeva civîn û hevdîtinên navbera partiyên opozîsyonê.

Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm ji Rûdawê re diyar kir ku lêjneya hevbeş a opozîsyonê erkdar kirine li ser bernameya opozîsyonê ya hikûmeta nû û pişka opozîsyonê de kabîneya nû de gotûbêj bike.

Mihemed Hekîm derbarê wergirtina Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de jî ragihand ku dê wê mijarê di civîna rayedarên partiyên opozîsyonê de gotûbêj bikin.

Berdevkê Komelê derheqê sedema gotûbêjkirina vê mijarê jî eşkere kir û wiha got: “Tiştek veşartî nîne ku yên hikûmetê pêk tînin hewl didin serokatiya parlamentoyêj î qorxi bikin”. Li gorî Hekîm, serokatiya xula nû ya parlamentoyê jî dê mîna carên berê be.

Tê gotin vê carê opozîsyona Herêma Kurdistanê xwe ji bo hikûmetê amade kirine. Serokê Encumena Serokatiya Yekirtû Mihemed Reûf ji Rûdawê re got ku heta niha wan behsa Serokatiya Parlamentoyê nekirine û tenê li ser şefafiyet û çawaniya dabeşkirina wezaret û prensîbên giştî yên desthilatê axifîne.

Mihemed Reûf her wiha diyar kir ku dê bi hev re li ser postên parlamenî û hikûmetî gotûbêj bikin û dê piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê li hev bicivin.

Organîzatorê pêwendiyên dîplomatîk ê Tevgera Gorran Mihemed Tofîq Rehîm jî ji Rûdawê re axivî û ragihand, ev mijar dê civînên nav tevgerê de werin axaftin ji ber wê jî nabe bibe rojeva ragihandinê.

Di hilbijartinên îsal ên Parlamentoya Kurdistanê de ku roja 21ê Îlonê hat sazkirin, partiyên opozîsyonê bi giştî 40 kursî bidest xistin ku 24 jê pişka Tevgera Gorran bû.

Li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê, di xula berê ya Parlamentoya Kurdistanê de, Serokatiya Parlamentoyê 2 salan di destê PDKê de bû û 2 salên din jî serokê parlamentoyê pişka YNKê bû.

Back to top button