Kultur

Laleş: Kurdên Sovyetê tesîreke mezin li edebiyata kurdî kiriye

Edîtorê weşanxaneya Lîsê Lal Laleş, derbarê tesîra edebiyata kurdên li Yekîtiya Sovyeta berê de, ji AKnewsê got ku, wêjevanên mîna Erebê Şemo, Xelîlê Çaçan, Tosinê Reşîd, Qenadê Kurdo, Heciyê Cindî, Têmûrê Xelîl, Firîda Hecî Cawerî, Fêrikê Ûsiv û gelekê din, bi berhemên xwe edebiyata kurdî ronî kirine û tesîreke erênî li edebiyata kurdî kirine. 

Laleş,da zanîn ku edebiyata kurdên li sovyetê di salên 1930ê de, beriya perçeyên din ên Kurdistanê dest pê kiriye û wiha got: 

Kurdên sovyetê weke nivîskî bi awayekî berdewamî ji salên 1930ê û şûnde dest bi weşanê kirine. Li Kafkasyayê gelek berhem çap bûne. Ya herî muhîm di vir de çapkirina berheman a berdewamî ye. Mesela Erebê Şemo di jiyana xwe de bi berdewamî roman nivîsiye. Heciyê Cindî dîsa wisa kiriye.

Gelek nivîskarên sovyeta kevin piyes nivîsandine. Pirtûkên zarokan ji rûsî, ermenikî û zimanên din ên Kafkasyayê wergêrandine ser zimanê kurdî. Tenê mirov li wergerên Fêrikê Ûsiv dinêre, ger îro bi zimanê me li welêt çap bibin, dê kuliyateke gelek mezin jê derkeve. Di esasa xwe de bi berdewamî mijûlbûna bi edebiyatê re, wan bi xwe re dîsîplînek, cidiyetek û pêşketineke estetîk û entellektuelî jî aniye.

Laleş diyar kir ku, ji zimanên weke rûsî, gurcikî, azerî û ermenîkî gelek werger kirine û di vî warî de kurdên soviyeta berê gelek beriya kurdên Bakûr dest bi karê wergêriyê kiriye: 

Bi vî awayî kurdên soviyeta kevin, edebiyata dinyayê jî ji nêz ve nas kirine. Dema mirov Bakur û sovyeta kevin dide ber hev, wan demeke dirêj beriya Bakur dest bi vî karî kirine.

‘Beşên kurdolojiyê pêşiya edebiyata kurd vekir’

Helbestvan û edîtor Lal Laleş destnîşan kir ku li Moskovayê û Ermenistanê vekirina beşa kurdolojiyê pêşiya edebiyata kurdî vekiriye û wiha berdewam kir:

Sovyetan weke dewlet piştgirî daye edebiyat, ziman û kultura kurdan. Di vir de divê mirov tiştekî din jî bi bîr bîne, kurdên Kafkasyayê nan ji vî tiştî xwarine. Dema em bala xwe didin Bakur, hê jî nivîskar, weşanger bi derfetên xwe kar û barên entellektueliyê û kulturî dikin. Çi di Radyoya Dengê Êrîvanê de, çi di çapkirina berheman de ji vî tiştî nanê xwe xwarine. Ji ber vê yekê jî bêhtir wextê xwe danê, profesyoneltir in.

Niha em kuliyeta Kafkasyayê çap bikin, ev zimanê me dê di hêla bêje, tecrûbe û wêjeyê de gelek dewlemend bibe. Niha tenê li Tirkiyeyê hemû weşanxaneyên kurdan bawer im nêzî 20-25 heb berhemên Kafkasan çap kirine. Digel ku me evqas hindik çap kirine jî tesîreke wê ya gelek mezin heye.

Back to top button