
Li devera bajarê Bingolê eve demeke leşker operasyonên berfireh çêdikin. Îro leşker û hinek çekdarên PKK-ê liqay hev bûn û di nav wan de şer derket. Li gora agahdariyên medya Tirkî didin di vî şerî de 8 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan.
Ji van çekdaran 5 jinin. Eve demeke leşker bi tevatiya Kurdistanê operasyonên mezin dike. Li gelek deveran cihên ku zivistanê çekdarên PKK-ê lê dimînin dibînin û imha dikin. Lê gelek balkêşe ku di rojeva siyasîde gelek behsa van bûyera nayê kirin.
Di rojevê de tenê girtinên çerçova doza KCK-ê tên kirin cihek mezin digre. Lê ji aliyek din çekdarên tên kuştin wek wan girtina kesên çerçova doza KCK-ê de rojevê de cih nagire. Ev yek gelek balkêşe. Gelo heta kengê dê zarokên gelê kurd bi vî awayî bêne kuştin?
Rojevakurd