Civak

Barzanî: Mafên êzidiyan dê hertim parastî bin

Bi minasebeta hatina cejna Rojiyê ya kurdên êzidî, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyeke gerim li xûşk û birayên kurdên êzidî dike û dibêje:

Bi minasebeta cejna Rojiyê a xuşk û birayên êzidî, pîrozbahiyeke gerim li hemû kurdên êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Serokê Kurdistanê di peyma xwe de tekîdê li ser pêkvejiyana bi biratî û bi aşitî ya hemû gelên Kurdistanê dike û êzidiyan dilrehet dike ku, mfên wan dê biparêze:

Ez hêvîdar im ku ev cejine di bin sîbera tecrûbeya herêma Kurdistanê û pêkvejiyana birayaneya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de ku, kurdên êzidî beşeke resena gelê kurd in, ji bo hemû aliyan bi xêr û xweşî derbas bibe. Ez êzidiyan dilrehet dikim ku hemû mafên wan yên olî di çarçoveya herêma Kurdistanê de hertim parastî bin û piştgiriyê jî li mafên wan dikim.

Back to top button