Li bajarokê Kelekçî ser bi wîlayeta Duhokê ve termê keçeke 15 salî hat dîtin û polîsê Duhokê dibêje ku, ew jin ji aliyê mêrê wê yê 45 salî ve hatiye kuştin û laşê wê jî parçe-parçe kiriye.
Rêvebirê ragehandina polîsê Duhokê Birîndar Hemîd di preskonferensekê de behsa çîroka kuştina wê jina 15 salî dike û dibêje ku, demjimêr 3ê şefeqê roja 24ê vê mehê polsê bajarokê Kelekçî termê wê jina bi navê Diniya li derveî bajêr dît û ew bi guleyên kilaşnîkov hatiye kuştin.
Hemîd got ew jina 15 salî serhewî zewiciye û mêrê wê şaş zarok ji jina yekem hene. Piştî kuştinê laşê wê jî parçe-parçe kiriye û ber bi deverk nediya reviye û het nuha ew ji aliyê polîs ve nehatiye girtin.
Vê bûyerê başûrê Kurdistanê hejand û Yekêtiya Zanayên ola Îslamê di daxuyaniyekê de kuştina jina 15 salî şermezar dike û daxwazê ji aliyên peywendîdar dike ku, ew melayê ew jin mere kirî bê giritn û mehkeme kirin.
Parlamentoya Kurdistanê jî kuştin ajina 15 salî şermezar dike.