Polîtîk

Kuştina kurdan li ser sinor hate şermezarkirin

Li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê nêzî 200 kesî ji penaberên Rojavayê Kurdistan daketin meydana Heykelê Dest li navenda bajar û mîtîngek li dar xistin .kuştina mirovên sivîl yên kurd ser destê arteşa Tirkiyê Şermezar kirin.

Mîtînga T.C.K bi beşdariya Komeleya Mardîn- Hesekê û amadeb»na berpirsên BDP,PDK-KDP bi rêve çû.Pankartên bi kurdî ,erebî û tirkî hatin hildan.
Herweha wêneyê kesên canê xwe ji dest dane û hin birîndar bûn hatin hildan , gotina bi navê Tevgera Ciwanên Kurd û Komelya Mardîn û Hesekê bi her sê zimanan hate xwendin ji hêla KohderzTemir, D.Mihemed Selîm Temir endamên Encûmena giştî ya T.C.K û Mazin Suleyman ve.

Navên 18 mirov 12e kuştî û 6 birîndar hatibûn dokument kirin , cihê gotinê ye di sê çar heyvên dawî de kuştina penaberên sivîl zêde bûye.Herî dawî jî jina kurd Suad Derwiş diya du zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li devera Şirnexî ciwanê 13 salî Eli Ebdilxenî Taha herdu çavên xwe ji dest dan bi destê leşkerên Tirk .

Wek din Tevgera Ciwanên Kurd heman demê de li Stanbulê li meydana Sultan Ahmedê jî xwepêşandanek pêkanîn.

Li Stanbulê grubek ciwanên Tirk êrîş birin ser xwepêşandana kurdan û piştî aloziyê xwepêşandan dawî hat.

Back to top button