Civak
Doza kurê xwe li PKKê dike
Li gora nûçeya Hasan Özbay/Ömer Adıgüzel – İLKHA, cardin PKKê zarokek 14 salî derxist sere çîyan.
Li Patnos a qezeya Agirî PKKê zarokek 14 salî bir çîya. Di vê derbarê de diya Enis Seven dibêje: Sibehî kurî min derket çû dibistanê.Lî şûnde nehat male.Ez ji dev kurê xwe bernadim. Ez bangî Erdogan û Demirtaş dikim;bila vê êşa min vemirînin. Ez heta mirinê doza kurê xwe dikim.
Diya Enis Kamile Seven berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Zarokên min hemû li Rojavayê Tirkiye dixebitin. Enis tenê li ba min maye. Destê wî silah nakire. Ew destê qelemêne.
Herweha diya Enis da ragihandin ku heta kurê wê şûnve newê ewê çalakiya berdewam bike.