Nivîsar

Kuştina 4 keçên kurd û bê dengî

Di encama êrîşek ya PKK-ê de  li bajarê Sêrtê çar keçên kurd jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndarin. Piştî ev bûyer pêkhatî, medya Tirkî li gora nêrîna xwe li gora bîr û baweriya xwe, her yekî bi awayekî ev bûyer weşand. Lê mixabin piraniya malperên ku kurdî weşanê dikin qet cih nedan vê nûçeyê.

Wek din  di derbarê piraniya bûyeran de, qenç xirab gelek nivîskar dîtinên xwe dinivîsînin, lê mixabin li ser vê bûyerê du roj derbas bûn kesekî tiştek negot. Başe  ev helwest ev bîdengî  ji bo çiye?

Gelek vekirî li hole şerek heye. Hinek nawendên şer di nav dewletê de dixwazin ev şer dawî newê û ji bo berdawam kirina şer her tişta tê mile wan dikin. Bi sedan pravakasyona pêktînin. Teqîna li Enqere çêbûyê di cih de gelek aliyan PKK tawanbar kir.

Lê piştî daxuyaniya PKK ku ragihandin tu pêwendiya wan li gel teqîna Enqere tuneye, gotin û nirxandinên medya Tirkî hate guhertin û niha tê gotin ku destê hêzên tarî yên hinek rêxistinên di nav dewletê de di vê bûyerê de heye.

Nawendek ya şer di nav PKK-ê de jî heye. Ew nawend jî naxwazin şer xilas bibe. Ji xwe ew bi xwe astenga herî mezin di rêya xebata siyasî ya BDP-ê bi xwe de peyda dikin. 

Lê PKK-ê di derbarê kuştina 4 keçên kurd li Sêrtê tu daxuyanî nedan. Kesek jî zêde behsa vê pirsê nekir. Başe kî ev keçên kurd ji bo çi kuştin? Niha di vê derbarê de daxuyaniyek hebê li gora naveroka wê daxuyaniyê nirxandin têne kirin. Lê bê dengî ne rihetiyekî di wijdana insanan de pêyda dike.

Ez bawer nakim ku kesek ji xelkê çi hevalbendên PKK-ê bin, çi li dijê PKK-ê bin û çi bê alîbin, ev bûyer baş dîtibin. Bê deng bê jî ev bûyer wek bûyerek qirêj û xirab nirxandine.

Di vê pêvajoyê de şer zererê dide çareserkirina pirsa kurd. Hêz û kesên ku li dijê şer bin, çareseriya pirsa kurd ne di şer de, diyalogê û bi karanîna metodên demokratik de dibînin dive li dijê van bûyerên ku sivîl tên kuştin bi tundî derkevin û şermezar bikin. Ew kesên vê nekin biçûk bê jî hesabên siyasî dikin û ji bo berjewendiyên wan yên kesayetî têk neçin bê deng dimînin.

Ji berî demekî li Diyarbekir “Konferansê Kurdistanî“ pêkhat. Li wê derê jî behsa xirabiya şer hate kirin. Hat ragihandin ku pirsa kurd bi şer çareser nabe. Lê îro di bûyera Sêrtê de deng ji kesekî ji wan dernakevê. Vê bûyerê şermezar nakin.

Cardin serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş bûyera Sêrtê û Enqerê şermezar kir. Baş e berpirsên partiyên din li kû ne? Çima vê bûyerê şermezar nakin? Hesabê çi dikin?  Dema berpirsên rexistin û partiyên kurda di van bûyeran de bê deng dimînin, berpirsên dewletê bi hesanîtir dikarin van bûyeran li dijê tevgera kurd karbînin.

Çima dema rakirina cenazeyên van 4 keçan de berpirsên wan partiyan tunebûn. Siyaset bi hesabên kiçik bê kirin  tu cara sernakeve û ew kiçikbûna xwediyê xwe bi xwe dide nîşandan.

Li Sêrtê çar keç hatin kuştin. Çar keşên sivîl bê tawan. Ev berpirsiyariya her kurdekî ku bi pirsa kurd mijul dibê ye. Gelo dê ev bûyer çikas pirsa kurd pêşve bibe? Gelo bê dengî çikas di berjewendiya pirsa kurd de ye?

Eger em bawer bikin ku pirsa kurd bi şer nayê çareserkirin, nabê ku em li dijê şerekî bin û pişgiriya şerek din bikin. Kêmasî di vê pêvajoyê de ev welê ye.

22.09.2011
Dara Bilek

Back to top button