19 sale dewlet li gel PKKê hevdîtinan dike
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sala 1984ê dest bi şerê çekdarî kir. Piştî destpêkirina şerê çekdarî, bi demek kin bi awayek ne yekser, demek dirêje tê gotin ku dewlet hevdîtinan li gel PKKê dike. Di hevdîtinên navbera PKK û MÎTê de, niha jî wekî berê rola serekî MÎTê di leyîst. Herwiha di demên borî de îstixbarata welatên sêyemîn, dîplomat yan jî siyasetmedar di hevdîtinan de navbeynkarî kirine.
Li gor rojnameya Radîkala Tirkî, li gor şahidên bûyerê û heya li gor hinek çavkaniyên PKKê, hevdîtinên dewletê yên li gel PKKê di dema serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal de dest pê kirine. Di demek ku salên 1990î li bakûrê Kurdistanê şer û operasyon di astek herî jor de bûn, ev hevdîtin bi agirbesta PKKê ya yekalî bi dawî bû. Ozal wê demê bi rêya hinek navbeynkaran peyama wê yekê ji serokê PKKê Abdullah Ocalan re rêkir ku wê demê li Sûriyê bû û di peyama xwe de ji Ocelan re gotibû: “Bi rastî niyeta min heye ku pirsgirêk çareser bibe.”
Li ser vê peyama Ozal, Abdullah Ocalan 19ê Adara 1993ê li gel sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî li Geliyê Bekaa (Libnan) civînek ya çapemeniyê li dar xist û ‘yekemîn agirbesta yekalî’ îlan kir. Ocalan wê demê di daxûyaniya çapemeniyê de gotibû: “Agirbest li ser bang û daxwaza serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal û navbeynkariya Talabanî ji Tirkiyê hatiye.”
Herwiha PKKê di civînek din de bi beşdariya Talabanî agirbest heya 15ê Nîsanê dirêj kiribû. Hinek aliyan mirina Ozal, Eşref Bidlîs, Ridvan Ozden û rayedarên leşkerî yên nêzî Ozal, bi vê hevdîtinê ve girêdabûn. (Rûdaw)