Kurtenameyek ji nivîskar Konê Reş re

Gelek caran ez gotar, lêkolîn û hevpeyvînên bi nivîsevanan re yên di malperan de tên weşandin, nemaza yên di warê toreya kurdî de dixwînim.

Li gerekê, di nava wan malperan de, di malpera Welatê me de ez pêrgî hevpeyvîna bi nivîskar Konê Reş re hatim.

Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê ne tenê tengijandim, lê belê ez li vê yekê hişyar kirim.

Konê Reş di hevpeyvînê de, helbesvanên helbesta klasîk û nivîskarên kurdên Rojava yên nifşê berê di nivîsa xwe de weha wan bi nav dike û dibêje:
… Wek: Dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî û kesên ko dane ser şopa wan wek: Seydayê Tîrêj, Yûsivê Berazî, Omerê Lealê, Mele Nûriyê Hesarî, Seydayê Palo û Keleş…

Mixabin nivîskarê me, Namî ji nava karwanê van helbestvanan dûr dike û wî wek helbestvanekî nabîne.
Ez bi germî rêzgirtinê ji kar û xebata van rewşenbîrên bi nav û deg re dikim.

Lê de ka werin em ji xwe û ji Konê Reş bipirsin:
Gelo Mela Ehmedê Namî bi helbestên xwe yên kilasîk û dîwana helbestan ya bi navê Daxwazneme, ji wan helbestvanan nayê hejmartin?
Gelo Namî bi nivîsandin, çapkirin û weşandina pirtûka Agirê Sînema Amûdê, ew serpêhatiya xemgîn ko ji windabûnê parast û ta roja îro kurdên Kurdistanê nifşek li pey nifşekî bi wê serpêhatiyê agahdar dibe û li gelek ciyan tê bibîranîn. Ma qey bi vê jî nabe nivîskar?

Gelo Konê Reş helbestên Namî di nava rûpelên zêrîn yên rojnama Hawar û kovara Ronahî de ne xwendine?

Namî di kovara Ronahî ya ko Mîr Celadet Bedirxan li Şamê diweşand gotarek bi navê ”Mehkema Hawarê û Deyndarê Şermende” de dibêje: ….Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên gelekî mezin jê re kiri bûn….

Mamoste Konê Reş di nameya xwe a di ”Yûbîla Zîvîn Ya Koçkirina Seydayê Mela Ehmedê Namî li Bajarê Qamişlo” de dibêje:
Dema ko mirov Mela Ehmedê Namî bi bîr tîne an li ser diaxife, derhal pirtûka wî (Agirê Sînema Amûdê) û sirûda wî.
Pêşkevin em serfiraz in miletê kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî
têne hiş û bîra mirov û pêre pêre jî hevalên wî wekî Cegerxwînê Hesarî, Osman Sebrî, Qedrîcan, Mela Abduselam Nacî, Mela Ehmed Zivingî, Mela Ehmedê Palo, Ehmed Nafiz Zaza û gelekên din….

Mela Ehmedê Namî, yek ji wan mirovan bû, ewên ko her dem û gav bi kul û êş û janên gelê xwe re girêdayî bû, bi refê pêşengên gelê kurd re bû, ew refê ko bingehê rewşenbîriya kurdî li Sûriyê danîn….

Gelo Konê Reş van gotinan ne li gor bîr û baweriyên xwe dibêje? Yan ji bîr dike bê çi gotiye?
Profesor Celîlê Celîl di seredana bajarê Qamişloyê de û di nava civateke xortên bajêr de, di warê toreya kurdî de dipeyivî. Dema gotin hate ser pirtûka Agirê Sînema Amûdê weha got:
Dema min pirtûka Namî Agirê Sînema Amûdê xwend, Namî bi wê serpêhatiyê û rengê nivîsîna wê ez girîyand im.
Gelek caran hejmarek ji nivîskar û helbestvanên wê demê wek Mela Ehmedê Namî, Hesen Hişyar, Mela Elîyê Topiz, Mela Ehmedê Zivingî, Mela Ebdilselam Nacî Cizîrî ûhd… di nivîsînên hin nivîskaran de tên jibîrkirin, nemaza dema nivîs bi zimanê kurdî be. Nivîskar navên hin helbesvanan diyar dike wek Cegerxwîn, Osman sebrî, Qedrîcan, Tîrêj, Keleş … û di dawiyê dibêje . û hinen din…

Û eger nivîs bi zimanê erbî be, nivîskarê nivîsê hin navan bi rêz dike paşî dibêje: We xeyrîhim.
Ez hêvîdar im ji nivîskarê birêz ko mafê her kesekî li gor dana wî pê bide û mafê kesekî beyhode di ber xwe re bernede.
Nimûneyek din.

Nivîskar Taha Xelîl di programeke ”Kurdistan Tv” de a bi navê ”Rengê Rojava” ji 28.4.2013 û di warê rewşenbîriya kurdî de navên hin rewşenbîran bi nav dike wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan û Selîm Berekat…. Lê nehate bîra wî ko Namî û hejmarek ji rewşenbîran ji wî refê rewşenbîrên wê demê bûn.
Destxweşî ji her nivîskarekî re, ko di roja îro de rûmetekê ji welatparêz, xebatkar, ronakbîr û rewşenbîrên gelê xwe re, li gor kar û xebata wan a bi nerx bigre. Ew jî ne minetek e, lê belê ew ji mafên wan ê xweristî ye.

Nivîskar, ronakbîrê miletê xwe ye. Jê tê xwestin û li gor wê rûmeta ko milet jê re digre, wilo jî divabû hinekî bi wijdan be û mafê tu kesî ne qurmiçîne.

Di gel silavan

Samî Ehmed Namî

Stockholm. 24.5.2013

Nerîna min :