Polîtîk

PYD bîrên petrolê ji bo rejimê diparêz e

Di medyaya Erebî, çend belgeyên balkêş hatine weşandin. Ew belge li ser peymana di navbera PYD û Wezareta Petrolê ya Sûriyê de diaxifin.
Li gora belgeyên ku di malpera erebî Kulluna Şurakaa ya navdar de hatiye weşandin, ji bo parastina bîrên Rimêlanê peymaneke nehênî di navbera hêzên YPG (Hêzên ser bi PYD ve) û wezareta petrolê ya Sûriyê de, peymanek hatiye îmzekirin.

Li gora wê peymanê ji YPG tê xwestin ku wan bîran biparêze, yanî ne weke ku PYD digot Rimêlan hate azadkirin û şervanên YPG derbasî wê derê bûn.

Ev dokumentên nehênî, ku li raya giştî hatine weşandin, gelek rastiyên ku heta niha veşartî mabûn eşkere dike.

Sedema ku heta niha PYD ev belge û ew peyman ji Kurdan vedişartin çi bû?

Hîn jî PYD di derbarê van belgeyan de tiştek negotiye.

BELGE

Back to top button