Şevîdin hêzên NATO êrîşek taybet birin li ser mala  Muamer Kadafî. Li ser vê êrîşê, berdevkê hukumeta Libya da xuyakirin ku; kurê Muamer Kadafî yê kiçik Seyful Ereb hatiye kuştin.

Herweha li gora heman nûçeyê 3 neviyên Kadafî jî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa kadafî başe û tiştek bi wî nehatiye.

Wek tê zanîn Kadafî şevîdin di televizyona Libya ya fermî de bangî hêzên NATO kirîbû û daxwaziya diyalogê û agirbestê kir.
 Kadafî di televizyonê de got ku, em divê şerê hev nekin em malbetekin. Eger Nato ji dev êrîşan berdê û agirbestekî ragihîne, em dikarin li hev rûnin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: