Civak

Generalek: 7 kes hatine kuştin ne gelek e

Prosesa lêpirsîna bûyerên înkilab a leşkerî ya Faşîst a 12-ê Îlona 1980-ê destpêkir.  Di derbarê generalek kevin ku di 12-ê îlona 1980-ê li Maraşê li ser kar bû, lêpirsîn destpêkir û doz hatiye vekirin û gelek mirovên kesên di wê demê de hatîn kuştin û serwinda bûyin di derbarê generalê kevin Yusuf Haznedaroglu doz vekirine.

Li ser vê yekê rojnama Radikal a Tirkî, hevpeyvînek li gel vî general çêkir. Di hevpeyvînê de general Haznedaroglu  dibêje ku; Raste me îşkence kiriye û ev di wê demê de normal bû.

Generalê 12-ê Îlonê Yusuf Haznedaroglu dibêje: “Di wê demê de gelek kes hatin girtin, belkî hinek polisan îşkence kiribe. Lê ev ne gelek bû. Di dema min de tenê 7 kes di bin îşkencê de hatine kuştin. Ev jî ne geleke. Hinekan ji wan bi xwe întihar kiriye, hinek jî ji xwede mirine Polisên Tirkiyê di wê demê de gelek baş û dilnerm bûn.“

Herweha Haznedaroglu dibêje:  Min çi kiribê min karê xwe kiriye û min karê xwe jî gelek baş kiriye.

Heta niha 11.500 kesan di derbarê generalê kevin de doz vekirine. Lêpirsîn di derbarê general Yusuf Haznedaroglu de, piştî 30 salî ji aliyê dozerê Afşîne ve hate destpêkirin.

Back to top button