Kurdistan, piştî 20 salan ji serhildanê
Bihara erebî wisa kiriye ku aramtirîn, pêşketîtirin û dînamîktirîn beşa Îraqê ku, ew jî Kurdistane, bê veşartin. Lê pirsgirêkên Kurdistanê yên civakî, aborî û siyasî wisa kiriye ku leza prosesa reform , xortkirina demokrasî û geşekirina aborê pêngavên giring bavêje.
Ev peyama Grûpa Komela Partiyên Parlamentoya Brîtaniya APPG ye derbarê Kurdistanê. Vê grûpê di destpêka meha Hezîrana borî de çendîn siyastmedarên hikûmet û opozisyonê, herwiha wezîr, bazirgan, rêkxistî û rojnamevan dîtine û di mawê sê salên borî de jî ev pêncemîn serdana wan bû bo Herêma Kurdistanê.
Me di maweyê sê salên borî de, çendîn guhertinên pozetîv dîtin. Guhertineke baş li cade, bajar û bajarokan diyare, lê ne bi şêweyekî wekheve. Kurdistan di warê elektirîk, av, perwerde, tendirustî û nîşteçêbûnê de ji navçeyên din ên Îraqê pêşketîtir e. Planên projeyên verêja avê û paşmaweyê nêzîke dest pê bê kirin. Kurdistan herwiha kariye bi şêweyekî serketî sûdê ji warê neft û gaza xwe jî bibîne.
Me di heman demê de hest bi çend astengiyên di rêya pêşketinê de jî kiriye, ji wan jî pêşxistina warê bankan, bîme û xizmetgozariya postê jî. Li Îraqê destpêkirina bazirganiya taybetî çend meh pêwîstin, lê li Kurdistanê îmkan heye di çend heftiyan de ew kar pêk bê, lê hêjî pêwîstî bi hêsankariyên bêtir heye.
Kurdistan biçûke, lê xewn û hêviyên wê ne kêmin. Kurdistan eger bi jîrî tevbigere, dikare dahatûyekî gelekî geş avabike, ji ber wê qedera zêde ya samana xwe ya sirûştî, zêdebarî çavkaniyên çandinî, şûnwarên dîrokî û avabûna hizra karkirinê. Kurdistan dikare îdareya xwe bike û bi rêya şandina gaz û kelûpelên xwarinê dikare piştevaniya civaka xwe jî bike. Ji xwe xweşikiya siruşt û ciyên turistî yên wê balkêşin bo warê turizmê.
Guhertinan pêwîstî bi nehêştina astengiyên bersînga biryardayîn, sîstema kontirolkirin û helwêstê ye. Pêwîstiyên destpêkê yên bazara azad jî, civakeke sivîl a çalak û medyayeke azad û profêşnal e. Herwiha bazirganiya warê taybet a ku yasa piştevaniya wê dike li ser bingeha kulturî û ji aliyê saziyên serbixwe bê birêvebirin.
Eger rewş tevlihev be yan rewşa ewlekariyê li bin metirsiyê be, wê demê proseya reformê ne karekî hêsane. Kurdistanê rûpelekî baş heye derbarê rewşa ewlekariyê ku ji sala 2003`an kêmtirî j 200 kesan hatine kuştin ji encama karên teroristî. Ji sala 2007`an jî li Herêma Kurdistanê ti hewldaneke teroristî bi şêweyekî serkeftî nehatiye encamdayîn. Ev destketiyekî giringe, ji ber ku rêgirtina li êrîşên teroristî erkekî girane û nabe bi sivikî bê temaşekirin.
Kurdistanê bi coş hembêza xwe bo nirxên demokratîk vekiriye û hilbijartinên wê jî ji aliyê civaka navnetewî hatine naskirin. Kurdistan herwiha bextewere ku opozisyoneke wê ya nû û mezin heye ku dikare daxwaziyên xelkê ferehtir bike û hertim hikûmetê jî dehif bide bo karkirinê.
Demokrasiya Kurdistanê ya nûgihayî pêwîstî bi karên bêtir heye da ku parlamentoya wê xorttir û bêtir ciyê baweriyê be. Dikarin hin ezmûnên (tecrûbe) parlamentoya Brîtaniya bikar bînin, ji xwe her ji nihave hejmareke parlamenterên Brîtanî mijûlî wê yekêne ku ezmûna xwe veguhêzin parlamentoya Kurdistanê.
Lê îsal alozî û nerazîbûn gihan pleya here bilind û li bajarê Silêmaniyê bo maweyê 62 rojan xwepîşandanên dijî gendelî û xirabiya xizmetkariyan domkirin. Heşt xwepîşander û du efserên polîsan bi şêweyekî terajedîk hatin kuştin û bi sedên din jî brîndar bûn.
Tevî gotûbêjên niha yên partiyan, divê kar bo sizadayîna berpirsan bê kirin û xebateke bêtir bê kirin ku mîtîngên azadên girseyî yasayî bin. Herwiha divê rahênanên bêtir jî pêkbên bo çawaniya kontirolkirina xwepîşanderan.
Bi dehan salên şerkirin, cenosayd û dorpêçê bûn sedema ku saziyeke navendî ya partîtî avabibe. Du-sêka xelkê fermanberên hikûmetêne. Xelk ji gendeliyê bêzarin û ew yek têr nake ku tu bêjî ev diyardeyeke belave li hemû Rojhilata Navîn û kultura „mirovanî û dostaniyê di birêvebirina karan de” mîna adetekîye.“
Kurdistanê ku hembêza xwe bo nirxên demokrasî û aboriyê vekiriye, standardê jiyanê bilindtir lê kiriye. Niha jî planek heye ku prosesa daîna karî di fermangehên hikûmî de serbixwe be, vê yekê dikarin bi şêweyekî lezgîntir û xurttir pêkbînin ji bo ku dijberî gendeliyê rawestin ku bûye sedema kirêtkirina wêneyê Kurdistanê û xendiqandina pêşketina herêmê. Vê yekê herwiha bandor li îmkanên sîstemê jî kiriye da ku bi şêweyekî aştî û demokrasî bê guhertin.
Kurdistan niha ji bo budceyê piştgerma Bexdayê ye, lê danîna sîstema bacê wê bibe alîkar ku xelk ji karber û wergirtinê bibin hevwelatiyên asayî. Ev wê xelkê bihêz bike û wan dehif bide ku pareyê xwe bi şêweyekî baştir xerc bikin û bixin warê dahanê de.
Kurdistan ji bo bibe bazareke aboriyê vekirî, pêwîtiya wê bidestanîna baweriyê û serokatiyeke demokrate. Em kêfxweşin bi fikra refurmkirina xwandina bilind ku ji aliyê wezîran hatiye pêşkêşkirin. Wezîrê nû yê xwandina bilind ku ew bi xwe jî rexnegirekî hikûmetê bû, dixwaze xwe ji desthilata navendî rizgar bike ji bo bikare burokrasiyê bavêje û stafê wî azad be di karkirinê de. Îmkanên saziyên nehikûmî derfet heye ku bi rêya hemahengiya navnetewî bên pêşxstin. Rêxistinên civaka sivîl dikarin bibin goşar li ser dadperweriya civakî û bi vê rê xwe bi destpêka nûbûnê girêbidin. Divê sûd ji jîriya ciwanan bê wergirtin, yan ew ê nemînin. Kurdên diaspora jî îmkanên xwe vedigerînin welatê xwe, lê divê ew bêtir bên dehifdan. Kertekî fereh ê taybetî dikare bêtir derfetên karî biafrîne û balansekê bo desthilata dewletê dane.
Medya azad yeke ji çavdêrên giringên ser desthilatê, lê ew jî li Kurdistanê hêşta biçûke. Hejmareke gelek kêm a rojnamevanan bi şêweyekî profêşnal hatine hînkirin, ji xwe hêşta nivîsîna raporên bi belans û bê alî rihên xwe bicihnekirine. Hin gef, êrişkirin û kuştin jî heye, lê me nekariye em berpirsên wan bibînin. Me li Silêmaniyê serdana kanala Nalya kir ku hatibû şewitandin û paşî hat çêkirin. Baweriya me heye ku berpirs wê bên dadgehîkirin.
Kêmatî di zelaliya karê hikûmetê de heye, ew jî bi sedema edetê nehênî ye ku vedigere serdema dîktatorî û şerê navxweyî. Herwiha ji ber ku berpirs zanyariyan nadin rojnamevanan, ev bûye sedema ku daxuyanî bên guhertin û navazirandin çêbibe. Di encama vê yekê jî de kêm zanyarî û gelek gotgot tên belavkirin. Aliyên derve niha dixwazin arîkariyê bidin ji bo modernkirina medyayê.
Kurdistan heta niha bi rengekî ji rengan weke “cîhana mêran” maye, rola jinan kêmtir e. Tawanên kuştina li ser namûsê û sinetkirina keçan heye. Berpirsên siyasî dixwazin kontirola van pirsgirêkan bikin. Parlamentoyê sinetkirina keçan, şûkirina wan bi zorê û herwiha karkirina zarokan jî qedexekiriye. Gelek karên din jî pêwîste bên encam dan ji bo sûdwergirtina ji îmkanên jinan.
Cografiya Kurdistanê eşkereye, lê wêneyê wê aloze. Hin rijîm dixwazin Kurdistanê tevlihev bikin, lê peywendiyên gerimên Kurdistanê digel Tirkiyê destkeftiyekî mezine di warê siyasî û aborî de. Peywendiya giring jî bi Bexdayê re ye û daxwaza me ewe ku meselên ku nakokî li ser heye bên çareserkirin ji bo ku federalî serkeve. Gotûbêjeke eşkere derbarê mana hêzên Amerîkayê heye, lê ew girêdayî Îraq û Amerîkayê ye.
Em dakokiyê li ser pêşxistina peywendiyên navnera Brîtaniya û Kurdistanê dikin ku hevpeymaneke Brîtaniyayê ye, herçende hin caran em brîtanî nizanin Kurdistan li kûye. Gelek kes dema navê (Îraq) dibihîsin berê xwe didin aliyekî din, bêyî ku bizanin ku deriyê Kurdistanê vekiriye bo peywendiyên bazirganî û kulturî. Kurdistn deriyeke bo beşên din ên welat û îmkanên wê hene ku bibe modelek bo seranserî Rojhilata Navîn.
Kurdistan ne kamile, lê em bêtir bi parlamenterên opozisyonê mendehoş bûn ku behsa pirsgirêkan kirin, lê amaje dan wê yekê jî ku bi şêweyekî giştî tişt başin. Em di wê bawerê de ne ku Kurdistan „çîrokeke serkeftî ye“ û pêwîstî wê bi piştevaniya bêtir ji aliyê Brîtaniya û civaka navnetewî heye.(Rûdaw)
Gary Kent-Serperiştkarê Grûpa Partiyên Parlamentoya Brîtanya