Leşkerê Amerîkayê amadeye rû bi rûyê Îranê bibe
Hêzên arteşa Amerîkayê yên li Îraqê madeyîya xwe nîşan de kul i ser sînorê herêma Kurdistanê û Îranê, bi armanca rawestandina topbarana leşkerê Îranê bo ser herêma Kurdistanê , bicih bibin.
Berdefkê arteşa Amerîkayê Cêfrî Biyokanin di daxuyaniyekê de ji Sumeia News ra got:
– Eger hikûmeta Îraqê ji me daxaz bike em amadene li ser sînorê navbera herêma Kurdistanê û Îranê, bi aramnca rawestandina topabarana arteşa Îranê bo ser gundên herêma Kurdistanê bicih bibin û rû bi rûyê Îranê bibin.
Biyokanin got ku eger Îranê piroblemek hebe divê bi hikûmeta Îraqê re çareser bike û Îranê ew maf nîne deverên ser sînor yên herêma Kurdistanê topbatan bike.
Weke tê zanîn eve çend hevtiyeke leşkerê Îranê berdewam gundên ser sînor topbaran dike û heta nuha 35 gund hatine vala kirin û 400 malbat jî ji tirsa topbaranê koçbar bûne. Herwesa ji encamê topbarana leşkerê Îranê 11 hevwelatî hatine birîdar kirin û 3 hevwelatî jî hatîne şehîd kirin.
Îran jî dibêje dê topbaran berdewam û ” mafê Îranê ye xwe biparîze” û hikûmeta Îraqê jî heta vê gavê jî dengê xwe nekiriye.