Kurd ji ber terorê direvin
Di vê bareyê de rêveberê devera Seîdîye, Ehmed Zergoşî, ji PNA re ragihand, ku ji ber kirdarên terorîstan bi taybet li hember hevwelatîyên kurdên vê deverê rewşa kurdan ne başe. Ji bo vê yekê ne hukumeta nawendî û nej î hukumeta herêma Kurdistanê di vê derbarê de tu gavan navêjin. Tiştên ku heta niha hatiye kirin tenê gotin û peymanin.
Ji ber evê yekê xelkê vê deverê ji bo tenê peyman dana bê encam ti hêvîyeka wan ne bi hukûmeta Iraqê û ne bi hukûmeta herêma Kurdistanê nemaye. Roj bi roj daxwaza dikin da ku vê deverê bi cih bihêlin.
Weha jî da nîşandan, ku piştî piroseya azadîya Iraqê, zêdetir ji 700 malbat ji deverên xwe ber bi devera Kelar, Kifrî, Rizgarî, Xaniqînê û Qoretû ve pena kirine û a niha rêjeya kurdan li Seîdîye tenê navbera 10-15% û eger rewşa ewledarîyê weha biçe, ti kurdek li Seîdîye namîn e.