Kurdistan: Pilêngê ekonomî yê nû li herêmê

Rojenemevanê Ingilîz Patrick Cockburn di rojnama Independent de derbarê Kurdistana Başûr de nivîsek nivîsî û nirxandinek li ser rewşa Kurdistanê kir.
Patrick Cockburn di nivîsa xwe de dibêje:“ Kurd di 10 salan de piştî komkujiyan û şer cara yekeme dan xuyakirin ku dikarin di aliyê siyasî û ekonomî de serbixwe bin.
Cockburn dinivîse ku, Bakurê Iraqê xwe wek pilingê ekonomîk yê nû dide nasandin. Nivîskar dibêje herêma Kurdistanê li gora deverên din yên Iraqê halxweçî gelektire û arame.
Berdewambûna nivîsa xwe de Patrick dinivîse: “ Ew bajarê ku di demekî de li ser nexşeyê tuneyî, niha pêşwaziya karsazên ji Almanya, Fransa, Tirkiye û ji welatên Erebî tên dike. 50-60 şirketên petrolê li herêmê cih bûne. Ev şîrket mercên baş li deverên din yên Iraqê nabînin. Lê li Kurdistanê di nav ewlehiyê de pişgiriyek mezin ji hukumeta herêmê dibînin.
Nivîskar dibêje, dema xeta boriya petrolê di navbera Kurdistan û Tirkiye de xilas bibe, dê Kurd li gel cîranên xwe xwedî biryar bin.
Herweha dawiya nivîsa xwe Patrick dibêje: “Kurd ji bo tewezinekî di navbera Bexda, Tehran û Tirkiye de peyda bikin siyesetekî berz rêve dibin û kumarek mezin jî dileyzin. Heta niha ev bi awayek serkeftî rêvebirin. Lê baweriya wan liv ê yekê gelekî tê“