Polîtîk

Kontrol di destê serokê Barzanî de ye

 

Rojnameya Akşam a tirkî di nûçeyeke xwe de dinivîse ku, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roleke sereke di pêvajoya navxweya İraqê û Tirkiyeyê de dilîze û ‘kontirol di destê serokê herêmê de ye’

Li gor rojnameya Akşam  nexşerêya aşitiyê li Tirkiyeyê zelal e û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hemû qiweta xwe piştgiriyê li pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike û dinivîse:

”Serokê herêma Kurdistanê roleke giring di çekdanana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û derketina PKK ji nav axa Tirkiyeyê de dilîze. Piştî ev yek pêk tê heyeteke herêma Kurdistanê dê serdana Tirkiyeyê bike û dê nexşerêyeke domdirêj bi çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê amade bikin.”

Rojnameya Akşämê wê heyeta herêma Kurdistanê bi ‘heyeta aşitiyê’ binav dike

PKK dê çek deynê û dê xwe  ji nav axa Tirkiyeyê vekêşe, heyeta herêmê dê serdana Tirkiyeyê bike û nexşerêya domdirêj bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê dane, li gor Akşamê qonaxên pêvajoya çareserkriina pirsa kurd li Tirkiyeyê evin.

 

Rojeva Kurd

 

Back to top button